Hakan Yalçin, nûzegihanê Ajansa Mezopotamya û 8 kesên pê re hatibûn desteserkirin, serbest bûne.
Hakan Yalçin jî di nav de 8 kes di 27ê Çiriya Paşiyê de li Enqereyê di encama serdegirtina malan de hatibûn desteserkirin.
Bixwîne - Rojnameger Hakan Yalçin hatiye desteserkirin
Piştî îfadeya Hakan Yalçin û Endamê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Erol Çiftçi, xwendekarê ODTUyê Tunahan Gozlugol, Endamê Meclîsa Ciwanan ê HDPyê Newroz Gulen, Mesut Çiftçi û Ezgi Orak şandine Edliyeya Enqereyê.
Li vir dozgerî bêyî îfadeya wan werbigire, bi daxwaza girtina wan, ew şandine ber heyeta dadgehê.
Dadweriyê piştî îfadeya wan girtiye, Hakan Yalçin, Dogan Keleş, Tûnahan Gozlugol û Mesût Çîftçî bi şertê kontrola edlî serbest hiştiye. Her weha ji bo Emrah Akbay, Nûrten Pala û Tulay Keklîkçiyê jî biryara zindanîkirina li malê daye.
Nevroz Gulen, Endamê Meclisa Ciwanan a HDPyê hatiye girtin.
Mahmût Altanê 73 salî jî piştî li midûriyeta emniyete îfade dabû serbest bûbû. (FD)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamya