Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Hakan Yalçin pişî 4 rojan desteserkirî ma serbest bû. Yalçin roja 29ê Kanûna Pêşiyê ji ber lêpirsîneke Serdozgeriya Komarî ya Meletiyê li Wanê hatibû desteserkirin.
Yalçin û 10 kesên din, piştî li navenda polîsan îfadeyên wan hatin wergirtin, ew birin Serdozgeriya Komarî ya Meletiyê ya li navçeya Çirmikê.
Ji ber ku di dema erdhejên 6ê Sibatê de Edliyeya Meletiyê rûxiyabû, îfadeyên desteserkiriyan li avahiya Midûriyeta Herêmê ya Gumrik û Bazirganiya Derve ya li ser rêya Akçadaxê, di beşa Serdozgeriya Komarî de hate wergirtin.
Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan jî li edliyeyê, pêvajoya dadgehkirinê şopand. Ji ber cih teng bû destûr nedan ku rojnameger bikevin nava avahiyê.
Dozgerî kar û barên wê komeleyê ji Yalçinî pirsî ku dema li Meletiyê xwendekar bû, endamê wê bû. Ji Yalçinî pirsî ku li komeleya navborî “perwerdeya îdeolojîk” dihate dayîn an na. Piştî îfadeya Yalçinî wergirt, dozgerî bi daxwaza girtinê ew şand Dadweriya Aştî û Cezayî.
Dadgehê bi şertê kontrola edlî Yalçin û 8 kesên pê re hatibûn desteserkirin, serbest kir. Lê Bedîrhan Akyildiz bi tohmeta ku “endamê rêxistinê ye” hate girtin. (HA/FD)