Fotograf: Ajansa Mezopotamya
Endamên Komeleya Rojnamegerên Dîcle û Firatê (DFG), rojnameger û malbata Hafiz Akdemîr, nûçegîhanê rojnameya Ozgur Gundemê, ew li Amedê, li kolana ku lê hatiye qetilkirin, yad kirine.
Hafiz Akdemîr di 8ê Hezîrana 1992yan de li navçeya Sûrê, ya Amedê dema ji mala xwe derketibû û ber bi ofîsa rojnameyê ve çûbû hatibû qetilkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, kesên beşdarî yadkirinê bûne çûne wî cihê Hafiz Akdemîr lê hatiye qetilkirin ku paşê navê wî li wê kolanê bûye.
Serdar Altan, Hevserokê DFGyê li vir axiviye û gotiye ku 29 sal di ser qetilkirina Hafiz Akdemîrê re boriye û wiha dewam kiriye: “Hafizî rastî dinivîsandin, ji bo rastî di tariyê de nemînin têkoşîn dikir.
“Kesên di salên 1990î de xwîn dirijandin, tehemul ji van rastiyan re nekirin. Ji bo bûyerên failên wan nediyar dernekevin holê pêşê Cengîz (Cengîz Altûn, Nûçegîhanê rojnameya Ozgur Gundemê) paşê jî Hafiz qetilkirin. Hafiz li vê kolanê hate qetilkirin. Beriya wî qetil bikin gelek caran gef lê xwarin, xwestin wî ji rêya wî bizîvirînin. Lê digel hemû tiştan Hafiz heta dawiyhê li pey rastiyan baz da. 29 sal borîn lê rastî di tariyê de neman, şopdarên wan t^´koşîna wan anîn heta vir.”
Paşê jî rojnameger Veysî Polat, xwarziyê Hafiz Akdemîrî axiviye ku dema Akdemîr hatiye qetilkirin ew jî li bal wî bû.
Polatî wiha gotiye: “Ez xwarziyê Hafiz Akdemîrî me. 29 sal berê li vê kolanê dema em diçûn kar êrîşeke çekdarî li me kirin. Wî can da. Me li heman rojnameyê kar dikir. Hafiz Akdemîr çima hate kuştin? Ji bo xeletiyên di wê demê de di rûpelên rojnameyê de diweşand û dikir mijara nûçeyên xwe hate qetilkirin ku desthilata niha jî ji bo whe demê dibêje ‘serdemeke tarî ye’. Di sala 2000î de li Beykozê hin CD hatibûn bidest xistin. Hin belge û zanyariyên ku niha di arşîva Sedat Pekerî de cih digirin, wê demê jî zanyariyên hin kujerên ku dewleta kûr ew bikar anîne hebûn. Çi hebûn di wan belgeyan de? Di wan belgeyan de yek bi yek nivîsandibûn ku kîjan endamê rêxistinê, ew jî Hizbullah bû, kî kuştiye. Dewletê çi kir? Di sala 2009an de kesekî ku bi bultena sor lê digeriyan ji Vîen, bajarê Awistiryayê anî Tirkiyeyê.
“Kî bû ev kes? Cîhan Aydin. Ji ber kuştina 6 kesan û birîndarkirina 2 kesan hate dadgehkirin û 4 caran cezayê miebetê lê birîn. Bi tenê 10 salan di girtîgehê de ma û tehliye bû. Li Dîlokê zarokên peqlawe dizîbûn jî heman ceza li wan hatibû birîn. Ew jî bi qasî wan di girtîgehê de ma û niha li nava me ye. Ez tekane şahidê bûyerê bûm. Çavên min hemû tişt dîtin û mejiyê min ew qeyd kirin. Qet ji bîra min naçe. Digel ez tekane şahidê bûyerê bûm, digel bi salan dadgehkirin çêbû bi tenê ji bo danişînekê jî bang li min nekirin. Lewre dadgehkirineke rast nehate kirin wê demê.”
Piştî axavtina Polatî beşdaran qurnefîl û fotografê Akdemîrî danîn cihê ku lê hatibû qetilkirin. (FD)