Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Berzan Guneş û yê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DİHA) Ziya Ataman îro di li du dadgehên cida hatine dadgehkirin ku DİHA bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin.
Ziya Atamanê ji 11ê Nîsana 2016ê heta niha girtî ye li 1em Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hatiye dadgehkirin ku daneşîna sêyem e Ataman derdikeve pêşberî dadgehê.
Dadgehê biryar girtiye ku Ataman girtî bimîne û dadgehkirina wî bi vî awayî berdewam bike. Doza Atamanî wê 26ê Çiriya Pêşiyê ya 2018ê berdewam bike.
Berzan Guneşê ji 11ê Hezîrana 2018ê heta niha girtî ye jî, li Dadgeha Cezayên Giran a Îdirê hatiye dadgehkirin. Dadgehê ji bo Guneşê biryara tehliyeyê derxistiye.
Li gorî Rapora Çavdêriya li Medyayê ya BİAyê heta 1ê Tîrmehê 127 rojnameger girtî ne. (BK/FD)