Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamya Firat Can Arslan di 25ê Tîrmehê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de bi îdiaya ku “wezîfedarên dewletê hedef nîşan daye” hatibû girtin. Bi sedema ku di dosyeya wî de navê “rêxistinê” nehatiye nivîsandin, Arslan kirine hucreya yek kesî.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Arslan di hevdîtina bi parêzerên xwe re diyar kiriye ku ew ewilî birine qawîşên edlî yên li Girtîgeha Sîncanê û li ser îtiîrazê bi fermana dozger ew xistine Girtîgeha Sîncanê ya Jimara 1an a Tîpa Fyê.
Çi bûbû?
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Amedê ve hat destpêkirin de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Delal Akyuz û Firat Can Arslan û edîtora T24ê Sîbel Yukler û edîtora bianetê Evrîm Kepenek û rojnameger Evrîm Denîz di 25ê Tîrmehê de hatibûn desteserkirin.
Rojnameger Firat Can Arslan, derbarê tayînkirina dozger û hevjîna wî ya li heyeta dadgehê de bûye li ser Twîterê parvekirinek kiriye. Dozgerê navborî ew dozgereye ku amadekarê îddianameya 18 rojnamegerên Kurd ên ku di 18ê Hezîranê de li Amedê dihat darizandin e. Arslan ji ber vê Tweetê hatibû desteserkirin û bi îdiaya ku “Wezîfedarê dewletê weke hedef nîşan daye” hat tohmetbarkirin.
Dadgehê biryara girtina rojnameger Firat Can Arslan dabû û rojnamegerên din jî bi şertê kontrola edlî serbest kiribû.
(RT/AY)