Rojnameger Dîlan Akyol hatiye desteserkirin
Rojnameger Dîlan Akyol, dema ji mala xwe derketiye polîsan ew desteser kiriye.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Nûçegihana Ajansa Mezoportamya (MA) Dîlan Akyol dema ji mala xwe derketiye li Kolana Burhanettîn Onat a navçeya Muratpaşa ya Antalyayê ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.
Li gorî agahiyên MAyê sedema desteserkirina Akyolê diyar nîne û ew birine Şaxa TEMê a Midûriyeta Polîsan a Antalyayê.
Tirkiye di rêza azadiya çapemeniyê ya salane ya Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) de di nav 180 welatan de di rêza 149an de ye.(NT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.