Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS), derbarê "Pêşnûmeya Têkildarî Guhertina Di Qanûna Parastina Ajalan de" ya ku hê jî li Lijneya Giştî ya Meclisa Tirkiyeyê tê nîqaşkirin, îro daxuyaniyeke nivîskî da.
Daxuyaniya TGSê ya têkildarî pêşnûmeya qanûnê wiha ye:
“Xuya ye weke ku di hemû pêşnûmeyên qanûnî yên berê de, piranî wê çi bêje ew bibe û pêşnûme jî wê weke xwe bibe qanûn. Lêbelê, demokrasiya piralî, desthilatdariya teqez/mutleq a piraniyê na pejirîne ku feraseteke demokrasiyê ye.
“Bi heftane guhê xwe ji dengên mîlyonan û bi deh hezaran kesên li meydanan kom bûne re girtine. Ev li dijî demokrasiya piralî ye.
“Em weke Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê radigihînin ku em li dijî vê qanûna ferzkirî û mirovperest in ku mafê jiyanê yen ajalên li kolanan binpê dike. Tevî hemû nerazîbûnên raya giştî û partiyên muxalefetê yên li Meclîsê ev qanûn hat pejirandin. Em weke rojnameger dê encamên trajîk yên vê qanûnê bişopînin.”
(TY/AY)