Rojnameger Celalettîn Yalçin duh li navçeya Esenyurta Stenbolê di dema kontrola GBTê de hatibû desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê diyar bûye ku Yalçin bi îdiaya “biryara qedexeya derketina derve ya di sala 2017an de binpê kiriye” hatiye desteserkirin. Yalçin, piştî îfadeya li emniyetê birine 37emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê.
Yalçin, li vir îfade da û îdiaya “biryara qedexeye derketina derve binpê kiriye” qebûl nekir.
Piştre jî parêzerê Yalçin, Serhat Çakmak parastina miwekîlê xwe kir û got: “Gumana ku miwekîlê min bireve tune ye. Ev doz ji sala 2017an heta niha didome. Dadgehê kengî xwestibe xwe gihandiye miwekîlê min. Lewma dixwazim were berdan.”
Dadgehê biryara xwe ragihand û bi îdiaya “gumana reva wî heye” biryara girtinê da.
(AY)