Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyaye Bîlal Guldemî du roj berê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî vîdeoyek weşand ku li Êlihê hatibû kişandin. Di vîdeoyê de, tê dîtin ku Platforma Nifşê Quranê li Êlihê gelek zarokan bi hev re dibin nimêjê.
Piştî Guldemî ev video weşand, hin kesan gef li wî xwarin. Rojnameger Guldemî giliyê gefxwaran kir.
Parêzerê Guldemî Resûl Temîr çû Serdozgeriya Komarî ya Amedê û daxwazname pêşkêş kir. Temûrî navê 18 hesabên Xê (Twitter) jî daye Serdozgerî. Di daxwaznameyê de hate diyarkirin ku xwediyên van hesaban “heqaret kirine”, “gef xwarine” û “ji bo kîndarî û dijminatî di nava gel de çêbibe tev geriyane.”
Temûrî di gilînameyê de destnîşan kir ku çavkaniyeke nûçeyan videoya navborî ji Guldemî re şandiye û wî jî weke rojnamegerekî ew video weşandiye.
Her weha diyar kir ku “Bi wê parvekirinê xwestiye hewldanên siyasî yên dixwazin di ser wan zarokan re pêk bînin, rexne kiriye… Dema mirov li profîlên gûmanbaran binêre wê bibîne ku bi heman saziya siyasî ve girêdayî ne û xwediyê heman hizrê ne, ev jî bi zelalî diyar e. Ev rewş wî îhtimalî xurt dike ku ji heman çavkaniyê û bi rengekî birêxistinkirî tevdigerin.”
Parêzer Temûrî xwest ku dozê cuda li her yer ji wan bê vekirin û ji ber gefxwarin heye, divê demildest bên desteserkirin.
Saziyên rojnamegeran piştgirî dan Guldemî
Saziyên rojnamegeran daxuyanî weşandin û piştgirî dan Guldemî.
Dîsk Basin-Îşê diyar kir ku ew gefên li Bîlal Guldemî hatine xwarin û êrîşên tên kirin, dizanin û nayê qebûlkirin ku bi rêbazên hêzên tarî yên salên 1990î gefan li hevalê wan ê rojnameger bixin. Sendîkayê bang li rayedaran kir kul i dijî vê rewşê bikevin nava liv û tevgerê.
Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) jî di daxuyaniya xwe de got ku ew “li dijî hemû zext û zoran li kêleka hempîşeyê xwe ne. Em ê şopdarê têkoşîna hiqûqî bin.” (HA/FD)