* Fotograf: Onursal Adıgüzel (Dema rojnameger tehliye bûn, Sibata 2022an)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnameger Bariş Pehlîvanê ku ji ber nûçeyekê 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, wê bikeve girtîgehê.
Endamekî Rêxistina Îstîxbarata Netewî (MIT) ya Tirkiyeyê li Libyayê miribû û ew li Manîsayê hatibû binaxkirin. Pehlîvanî derbarê binaxkirina wî de nûçeyek weşandibû û dadgehekê ji ber vê nûçeyê, 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Pehlîvanî birûbû.
Pehlîvan di 6ê Adara 2020an de hatibû girtin lê di 9ê Îlona 2020an de (6 meh û 3 roj) li gorî şertê serbestiya bi kontrol tehliye bûbû. Di 17ê Gulana 2023yan de careke din bang li Pehlîvanî hatibû kirin ku ew biçe girtîgehê. Pehlîvan heman rojê tehliye jî bûbû.
Lê bi rêya Sîstema Înformatîk a Tevna Darazê ya Netewî (UYAP) peyamek şandine li ser telefona Pehlîvanî û jê hatiye xwestin ku ew di navbera 1ê Tebaxa 2023yan û 15ê Tebaşa 2023yan de “vegera Girtîgeha Servekirî ya Marmarayê”.
Bariş Pehlîvanî diyar kiriye ku parêzerên wî li dijî vê biryarê derketine lê daxwaza wan nehatiye pejirandin. Pehlîvanî derbarê mijarê de îro di quncika xwe de nivîsek nivîsiye û gotiye, wî xwestiye ji wê yasayê sûdê bigire k udi 31ê Tîrmehê de derketiye. Her weha diyar kiriye ku li gorî biryara wê Dadweriya Bicihanîna Cezayî ya Bakirkoyê, dê diyar bibe ka ew ê bikeve girtîgehê yan na.
Ger encameke neyênî derkeve holê, Pehlîvan wê di 15ê Tebaxê de biçe girtîgehê. Pehlîvan ji ber heman sedemê cara sêyem e ku wê bikeve girtîgehê.
Çi bûbû?
Bariş Terkoğlû, Midûrê Nûçeyan ê Odatvyê, li mala xwe ya Stenbolê, Hulya Kilinç jî li mala xwe ya Manîsayê di 4ê Adarê de hatibûn desteserkirin. Kilinç anîbûn Stenbolê.
4em Dadgeriya Silh û Cezayan a Stenbolê heman rojê, di saetên şevê de biryara girtina Terkoglû û Kilinçê dabû.
Di 5ê Adarê de Saziya Ragihandinê û Teknojiyên Zanistî (BTK) iryara astengkirina Odatvyê dabû.
Di heman rojê de ji bo îfadegirtinê bang li Bariş Pehlivanî, Berpirsê Giştî yê Weşanê yê Odatvyê hatibû kirin. Pehlivan di 6ê Adarê de hatibû girtin.
Dîsa 6ê Adarê daxwaza girtina Ferhat Çelîk, Berpirsê Giştî yê Weşanê yê rojnameya Yenî Yaşamê û Aydin Keser, Midûrê Karûbarên Nivîsan ê heman rojnameyê hatibû kirin. Lê Çelîk û Keser serbest bûbûn.
Di 7ê Adarê de Mûrat Agirel, nivîskarê rojnameya Yenîçagê, piştî îfade dabû dozgeriyê, bi daxwaza girtinê ew şandibûn ber destê dadgehê. Dadgehê bi şertê kontrola edlî ew serbest dabû.
Li ser itiraza dozgeriyê Ferhat Çelîk, Aydin Keser û Mûrat Agirel di 8ê Adarê de hatibûn girtin.
Îdianameya derbarê her 7 rojnamegeran û E. E. wezîfedarê Beşa Çapemeniyê yê şaredariya Akhîsarê ya CHPyî de 24ê Nîsanê hatibû amadekirin.
Ji bo Erk Acarerê ji derveyî Tirkiyeyê ye, biryara zeftkirinê hatibû derxistin. Derketibû holê ku bêyî parêzerên wan agahdar bikin, daxwaza tehliyekirina rojnamegeran hatiye nirxandin û redkirin. (HA/FD)