Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
2yê Kanûna Pêşiyê bi slogana “Gotina ku em ê bibêjin heye” ango “me soz daye wan” (Sözümüz Var) Rojnameger, akademisyen û parêzer wê bimeşin.
Ji bo meşê li Meydana Mehmet Ayvalitaş a Kadikoyê wê beşdar saet 14:00ê kom bibin. Ji bo meşê bangewaziyek wiha hatiye kirin:
Dixwazin ku herkes bêdeng bimîne. Ti kes nefikire, neaxive, li hember dernekeve, herkes serî bitewîne. Ji ber wê rojnamegeran digirin, akademisyenan ji zanîngeha tasfiye dikin, bi vekirina dozan re dixwazin çavên wan bitirsînin. Ji bo kesên ku serî natewînin bê parêzer bimînin, parêzerên wan digirin. Gelo em ê vê atmosfera reş qebûl bikin? Helbet na! Lewre me sond xwariye ji bo rastiyê, aştiyê, demokrasiyê, wekhevî û azadiyê. “Em sonda xwe naxwin. Em dizanin ku, li ciyê gotin lê diqede faşîzm dest pê dike. Ji ber wê bi gotina xwe re/sonda xwe re were! Ji bo ku tu gotina xwe bibêjî were. Were Meydana Mehmet Ayvalitaşî ya li Kadikoyê! 2yê Kanûna Pêşiyê ya 2017yê roja şemiyê saet 14:00ê ji bo dest bi dest, rû bi rû, gotin bi gotin em bimeşin were! |
Di bangewaziya ku li ser Twitterê hatiye kirin de hashtaga #GotinaMeHeye (#SözümüzVar) hatiye bikaranîn û ev hashtag ketiye rojava Tirkiyeyê.
Dozên ku Akademisyenên Aştîxwaz tên dadgehkirin 5ê Kanûna Pêşiyê dest pê dike. Doza rojnameya Cûmhûriyetê jî di 25 û 26ê Kanûna Pêşiyê de ye. (EA/FD)