Ji bo nivîsa Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Nayloneka şewitî ye. Firax tenî bûne. Bizmarên zengarî di texteyekê siftobûyî de ye. Termê kuçikekê li rexa deryayê ye, kezê girtiye. Nîvê rûyê wî bi tenê hestî û goşt in. Ji dur ve dengekê mêran tê û diayan dike.
Li ser dîwarên bêhna mîzî jê tê nivîsên eyb hene, slogan hene. Şûna destekê bixwîn heye. Li rexa rastê ya wê şûndestekê xwînî heye. Heman dest e gelo? Nepirse! Tu zarok î! Here ber sihê! Li ber tavê xwîn dê ji difina te bê. Tu zarokek î li beravan... Tu li rojhilatê Behra Spî yî. Tu li nava Rojhilatê yî. Tu li Rojhilata Navîn î.
Rojên Poyraz(bayên ji Bakurî tên, hênikba) heyî rojên bêtam in. Ji ber pêlan hûn nikarin biçin di deryayê de. Derya jî ne wek her caran e. Ne şîn û zelal e. Pêl bi pêl e û zerîn bûye.
Çi îşê te li ber deryayê heye, ma bavê te tu ne şandibûyî navçeyê.
Ez diçim nik qesabê li ser rêya beravê, dibêjim “min kêloyek qîme dixwest, bila bêbez be, ji kerema xwe re... Ew min jê xwestî kurê qesabî bû. Qesab bavê wî ye. Ew mirovek keyfîn e. Kurê wî dingozeyek e. Her welê dixweyî ku nû ji xewê rabûye. Destên wî qirêjo ne.
Min bi zehmetî gotina ji kerema xwe re li gotinên xwe zêde kirin. Ji ber ku ez ditirsim ew bibêje qey ez “tanju” me. ez ditirsim ji ber ku min carekê dîtibû, mêrekê pordirêj ji mînîbûsê peya bû û wek biherike dimeşiya, vî kurî û hevalên wî ji paş ve bakirinê “tanjuuuu” û henekên xwe lê kirin. Ez ji bilî ku dizanim tanjû navê mêran e, tiştek dî nizanim, wateya wê nizanim, lê ew pê dihesim ka çi ye. Madem wê rêyê dide van kesên wek keftaran ku tîqetîq bikenin û henekê xwe bikin tişteka metirsîdar e.
Ji van mirovên bi vî awayî re bêjî “ji kerema xwe re” ji serê wan zêde ye. Min dixwest kesek welê bûma ku min bigota “du kêloyên bêbez çêke ha!” Heke min we kiribûya dibû ku bibûma yek ji wan. Lê hemî gotinên ji devê min derdikevin wek axiftinên lêborînê ne. Ne di destê min de ye. Ew rotroteyê heta nîvê sîngê wî vekiriye, ji kerem meremê fêm nake û goştên têrbez û mez diavêje mekîneya qîmeçêkirinê de.
Mû li sîngê wî nîne. Wek bûkalemûnan ber bi pêş ve derketiye. Bavê min dê xwe bi min re aciz bike. Dema wî ez ji malê rêkirîm qewîtî kiribû û gotibû: “silavan bike û bêje ez kurê Emînê serçawîş im. Jê re bêje bavê min kîmeya bêbez dixwaze.”
Xema min ev e: Ne ji ber ku ez kurê bavê xwe me, ji ber ku ez ez im, dixwazim kêloyek qîmeya bêbez bikim di kefa destê xwe de.
Min silavên bavê xwe lê kirin. Nizanim çima bêyî silavên hinekan hûn nikarin tiştinan bikirin. Ma ne bi pereyê xwe ye? Qîme kir di pakêtekê de.
Min pere dirêjî wî kir û wek bikim pistepist got “qewet be.”
Dema dimeşiyan min hewil da sîngê xwe piş bikim û wek hişkemêrekê bixweyîm da ji piştê ve di heqê min de nefikirin ku “tanju” me.
Êvarî mêvan dê bên. Bavê min dê ecîna çêbike. Bavê min ji Rûhayê ye. Li rexa Egeyê ye wî du bajariyên xwe dîtine. Gelek caran bi malbetî em diçin mêvaniya wan an jî ew dibin mêvanên me. Dema bavê min pakêta qîmeyê vekir rûyê xwe tirş kir. “Qebrax! Dîsa goştê bibez daye. Ma te negot ez kurê Emînê serçawîş im?”
“Min got...”
Ew dizane ku min negotiye.
“Bi vê ecîn çênabe.”
Bavê min ji bîst saliya xwe ve li Izmîrê dijî ji ber wê devoka xwe ya berê ji bîr kiriye wek Izmîrîyan diaxive. Carinan hin gotin bêyî hemdê wî bi devoka wî ya berê ji devê wî derdikevin. Li şûna bêje Çiğköfte(ecîn) dibêje “çikifte.”
Aciz bû û got “lê vegerîne.
“Bêje keyfa bavê min ji vê re nehat. Wî got têrbez e. Bila yên bêbez bide. Em ne xazxazok in. Em pereyên xwe didinê.”
Nizamin min çawa lê nêrî wî ji min fêm kir ez ê wê xizmetê pêk neînim. Li dayika min nêrî. Wê têra artêşekê pîvaz ji zêdeyan cida dikirin û paqij dikirin.
Yek ji rastiyên herî zehmet ên dinyayê ew e ku zarokên me dê ti caran nebin ew kes ku em tam wê dixwazin.
Li rojhilata navîn heqîqet ne tişteka jêhezkirinê ye. Li nava rojhilatê rastî nayê gotin. Bi xwîn, tirs, herî û fehmê tê veşartin. Ji destpêka dinyayê ve ev yek holê ye.
Bavê min dibêje were. Li pêşiya min dimeşe. Dêya min ji piştê ve bang kir û got:
“Serîyek marûl jî bînin.”
Em ber bi bajarê ve meşiyan. Bavê min li pêşiya min dimeşiya û bi min re diaxivî. Ew ê nîşanî min bike ka çawa mirov nahêle hîle li mirovî bê kirin, xeletiyek çawa tê rastkirin, mirov çawa nayê perçiqandin û mêranî çawa ye.
Min bi tenê dixwest em piştînîvroya berebat yekcar ji bîra min biçe, erd biqelişe û bikevimê. Hêj min bûyerên di wê piştînîvroyê de bûyîn ji bîr nekirîn tiştekê welê çêbû ku bi salan e ji bîr nakim. Pêşiyê me qêrîna jinekê bihîst. Dema em gihan serê kolanê me dît ku mêrek li pîrejinekê dide. Li nava kolanê. Jina ku bi zehmetî xwe gihandibû derve dikir hewar û digot “Ez li ber bextê we me min xelas bikin dê min bikuje.” Dikir qêrîn û digot: “nedane kurê min.”
Dev û lêvên wê tejî xwîn bûbû.
Kurê jinê wek xwe ji cîranên di pencereyên xwe de û mirovên di rêyê de dimeşin vede qêriya: “Dayê çima tu ho dikî?” Kî li te dide“ “Tu çima ho li min dikî.” Pşê kulmekê didaneyê. Pîrejin li erdê ket û tilolo bû. Bavê min ê ku heta hingê mat mabû, ber bi wê derê ve beziya. Du sê cîran jî bi zopên di destê xwe de ber bi wî sengeleyî ve meşiyan. Wî mêrî dijûn kirin û dûr ket. Kefiya jinê ya spî ji ser pora wê ya sor rabûbû, rûyê wê toz girtibû. Bi dengekê zirav yê wek zarokan li erdê dinalî.
Bavê min alîkariya jinê kir ku biçe di malê de. Haya nexweşxaneyê ji bûyerê çêkir. Ji wê pê ve êmanetî cîranan bû. Di wê demê de qîme li erdê ketibû. Di nav tozê re gevîzî bû. Hin pisîkên li derdorê dê bi çavên matmayî xwe biavêtiyan qîmeya xav û bavê min ê dijûn bikiriyan û ew daniyan rexê... Zîyafeteka biha bû, ji bo pisîk û kûçikên kolanan. dema qîmekirînê mijara sereke dê ew be ku mêrekî li dêya xwe da. Qesabê zirzopepe dê bêje “kurê wê nankor e.” Kurê wî hingê ji wê derê çûbû. Bi tenê yê bav li dikanê bû. “Vedixwe, pereyên dayika xwe ya reben dixwe û ketiye îşê xumar mimarê jî...Xwedê islih bike.”
Bavêmin di nava axiftinê e got: “Ev jî kurê min e, dema careka dî bibêje qîmeya bêbez bide, qîmeya bêbez bidê.”
“Ez ne li dikanê bûm serçawîşê min. Kurê min qîme çêkiriye. Ew nizane... Bi xwdê ez biçim ev dikan bê bêxweyî bibe. Lêdan û gotin ti lê nake. Me nekarî em wî bikin zelam. Nizanim daye kê...”
Min her wek biyanîyekê wek ne li wê derê bim guhdarî dikir. Ez ê ti caran hîn nebim wek wan biaxivim. Ez zarokek bûm. Li rojhilatê Behra Spî bûm. Li nava Rojhilatê. Li Rojhilata Navîn. (UU/APA/MB)
* Xêz: Kemal Gokhan Gurses
- Rojhilata NavînKurê jinekê wek xwe ji cîranên di pencereyên xwe de û mirovên di rêyê de dimeşin vede qêriya: “Dayê çima tu ......
- Sûr-Karşiyaka-Cebecî-BabialîMin di nava van salan de tenê hejmareke gelekî hindik hempîşeyê xwe yên jin dîtine ku di nava mekanîzmaya biryardayinê de ......
- JinDivê em çi bikin? Ji bo çareserkirina kêşeyên jinan her çende gava yekem ferkirin û wan jî be, taliya paşiyê ev ......
- Dibe ku ez dîn bûbimGelek dem lazim bû ji bo ku ez xwe kontrol bikim. Gelek dem lazim bû ji bo ez wî tiştî fam ......