Sê meh li ser destpêkirina şewba vîrusa Covid-19ê ango vîrusa koronaya nû derbas bûye û vîrus li tevahîya cîhanê bûye metirsîyek mezin. Ji ber vîrusê bi mîlyonan mirov ji kolanan kişîyane malen xwe. Zanîngeh, dibistan û kargeh hatine girtin û li gelek welatan derketina derve hatîye qedexekirin. Vîrûsê li tevahîya cîhanê di nava çend rojan de xweza û xûyên civakan di bin de guherîye.
Em di rojên weha de derbas dibin, ku em bi tenêtîya xwe henekan dikin. Em bi tenê nînin. Lê em li gel hev jî nînin. Vîrusê bi her awayî jiyan dagir kiriye. Di mal de ta radeyek em dikarin bi endamên malbatê yan hevalên xwe re sihbet bikin û piştre em dema xwe bi telefon, fîlm yan xwendina pirtûkan re derbas dikin. Piştî demekê kirina van tiştan jî meriv bêzar dike. Em di odeyên xwe de bi xwe re di axivin. Ji ber van karesatên ku vîrusê bi xwe re anîye em berê xwe bidin rabirdûyê.
Di dem ango salên beriya ku teknolojî ewqas bandor li jiyana me kiribû, beriya ku elektrîk û tiştên elektronîk di jiyana me de bibin tiştên sereke me li gundan çi dikir?
Ez ji Çewligê me. Ji Kanîreşa Çewligê. Li vir dema berf dibare, jiyan ditevize. Radiweste. Çûn û hatin kêm dibe. Ez bi xwe negihîştim wê serdemê ku zarok şevên zivistanan li derdora sobeyan rûdiniştin û kal û pîran ji wan re çîrok û çîvanok digotin.
Lê helbet weke her kurdî, min jî gelek tişt bihîstin derbarê wê serdemê de. Piştî nexweşî li tevahiya cîhanê belav bû û herkes vekişiyan malên xwe, kesên zar û zêçên wan hene ji bo wan zar û zêçan li malê bidin sekinandin dest bi lêgerînan kirin. Tiştên derdikevin pêş, bernameyên bi teknolojiyê ve girêdayî ne. Gelo ji derveyî van tiştan, bernameyên cihereng, yên ji ne teknolojîk nînin?
Ka werin em rabirdûyê hinekî tev bidin. Ew rabirdûya ku îmaj û wêne tê de tune bûn, dîmen û deng hertim bi hev ra bûn. Em li wê qonaxa ku dem êdî ji takekesîyê dûr diket û dibû civakî, hûr bibin. Van rojên ku em li malê asê mane tiştê ku em herî zêde dikin; ku cara yekeme em ew çend nêzî suret û dengên berê dibin... Her rûyê ku em lê rast tên, wê bi dengekî û bi derbirîneke li ber me xuya bibe. Guhdarî kirin, temaşe kirin, bêdeng bûn dê ji bo me watedartir bibe. Em dê di wê pergala rojane da ya ku ronî lê hikim nake û kelam her ku tevlî tarîye dibe û xurtir dibe, li bextewarîyê bigerin. Em behsa wê qonaxa ku bi tenê bi tomarkirina gotinan gihîştîye îro dikin, ku lez têde bê wateye, di wê qonaxê de derbirîn/gotin her çiqas belav dibe ewqas qedrê wê bilind dibe.
Mam Hesen xelkê Kanîreşa Çewlîgê ye. Mamosteyê teqawitkirî yê zimanê Îngilîziye û 60 salî ye. Mam Hesen di nava pergala rojane ya wê qonaxa ku min li jor piçekî behsa wê kir da hatiye dinê û nifşê wê rabirdûyê.
Min xwest ez guh bidim wî, mê ka wî nifşî di wan rojan de çi dikirin:
“Mehên bihar û havinan ji ber ku kar û bar pir bûn û roj dirêj bûn herkes ji sibehê heta êvarê li derveyî malê dişixulîn û dibetilîn. Kî bigîhişta malê ser û çav -dest û rûyên xwe dişûşt û şîva xwe dixwar. Piştî xwerinê kurte nirxandinek derbarê karên rojê de dikirin û piştre dimelisîn û diketin xewê.
“Di payîza dereng û zivistanê de karû barên çolê (mêrg,zevî û zozanan) diqediyan, kar kêm û hêsantir dibûn. zarok diçûn dibistanê û jinan karên rojane ên nava malê dikirin. Mêr jî bi pez û dewaran re mijûl bûn. Êvaran di şewên dirêj de; lambeyên neftê dihat pêxistin qîzên azev cihêzên xwe(goreyên sênex,qenavçe,dorên morî û destxetên bi nîk ,tix û caxikan) çêdikirin. Zarok bi pirtûk û defterên xwe re mijûl dibûn. Jinan gore, galik û lepik ji bo mêr û zarokan çêdikirin û teşî diristin. lambeyên 5 û 10 û 14 nimro hebûn. Jin û zarok wek perperikan li dor lambeyê kom dibûn.
"Çîrokbêjîya kal û pîran ji bo zarokan weke seremonîyek pîroz bû.
"Demên ceyran/kareba tune bû, çîrokbêjîya kal û pîran ji bo zarokan weke seremonîyek pîroz bû.
“Kal û zilaman jî li dora sobeya dar û sergînan enîya xwe sor dikirin û bi kufte kuft titûn dikêşandin. Di derengîya şevên dirêj de kal û pîrên malê ji zarokan re çîroken weke ‘Ker û Kulîlk’, ‘Siyabend û Xecê’, ‘Hesenîko û Asê’, ‘Qelqelîsk û Belbelîsk’, ‘Temelî Zêrîn û Guharîn’, ‘Qotê’, ‘Derwêş û Edûlê’ digotin. Carinan jî ji wan re qala serpêhatiyên xwe yên macirî, koçberî, karwanî, nêçîrvanî, recberî, şer û pevçûnan dikirin.
“Ev çîrok û serpêhatî ji aliyê tevahî dayîk, bav, bapîr û dapîran ve dihate zanîn. Mêr carinan êvaran diçûn malên cîranan, odeyên axa û malmezinan. Li wan qonaxan li ser kar û bûyerên rojane nîqaş û nirxandin dihate çêkirin. Rûsipîyan jı cimaetê re qala bûyerên neteweyî, serhildan, komkujî, mihacirî, lehengî û sixuriya hinek eşîr û kesên navdar dikirin. Vê cimaetê carinan jî şevên xwe bi lîstikên wek tame, kişik, guhdarî kirina dengbêj û çîrokbêjan derbas dikirin.
“Zarokan lîstikên hundir malê wek heftok, sêkevirk (çûstê), nehkevirk, tıştanok, hêtê-mêtê dilîstin.”
“Çîroka min li vir xweş a ka qetek zebeş.” (AY/FD)