‘Rojên Kitêban’ yên Kadikoyê li Haydarpaşayê dest pê kirin
Li Îstasyona Haydar Paşayî rojên kitêban dê li 1-5ê Hezîranê be. Xwendekar dê bikarin di vagonên trênan de kitêban bixwînin. Nivîskar dê gotaran pêş kêş bikin û kitêban îmze bikin.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Cara 8. e ku Şaredariya Kadikoyê û dildarên şaredariyê Rojên Kitêban pêk tîne. Rojên Kitêban li Îstasyona berê ya trênan e.
Ji sedî zêdetir weşanxane û 6 sed nivîskar li Rojên Kitêban çalak in.
Kitêbxwîn di vagonan de kitêban dixwînin.
Li 5 rojên kitêban nivîskarên navdar ên wek Ataol Behramoğlu, Taner Timur, Onur Caymaz, Adnan Özyalçıner, Enver Aysever, Mine Kırıkkanat, Onur Öymen, Buket Uzuner, Emre Kongar, Özgür Mumcu, Hüsnü Mahalli û Mustafa Sönmez kitêbên xwe îmze dikin û gotaran pêşkêş dikin.
Li rojên kitêban ji 50yê zêdetir panel dê bêne pêk anîn û belgefîlm dê bêne nîşandan.
Bernameya çalakiyê ya bi Zimanê Tirkî li vê derê ye: bername
(BK/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.