Malbata Mûsa Anterî ango Apê Mûsayî, ji bo sedsaliya jidayikbûna wî vîdeoyek amade kiriye. Bi dehan siyasetmedar, nivîskar, helbestvan, stranbêj û rojnameger di vîdeoyê de rojbûna Apê Mûsayî pîroz dikin.
Vîdeo bi axavtina Apê Mûsayî dest pê dike ku dîmenên Apê Mûsayê di 5ê Tebaxa 1990î de hatine kişandin. Anter tê de helbesta ku helbestvanê kurd Zekiyî (Jîr) ji bo wî nivîsandiye dixwîne.
Piştî xwendina helbestê bi dehan rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar, helbestvan, stranbêj, rojnameger û malbata Apê Mûsayî dibêjin "Rojbûna te pîroz be Apê Mûsa."
Asîwa, neviya Apê Mûsayî û keça Dîcle Anterî ku qet kalikê xwe nedîtiye dibêje "Rojbûna te pîroz be kalo."
Dîcle Anter û Hêlîn Anterê bi hev re vîdeo amade kirine. Kesên di vîdeoyê de hene ev in:
"Nejat Cemîloglû, Nacî Kutlay, Îsmaîl Beşîkçî, Sînemxan Bedîrxan, Anter Anter, Abdullah Civak, Pervîn Çakar, Nakî Kaftancioglû, Cemal Alemdar, Rahşan Anter, Ozgur Mûmcû, Ragip Zarakolû, Bêrîvan Bîngol, Ciwan Haco, Selîm Okçûoglû, Şenol Yorûzlû, Emîne Ocak, Baran Çuruklu, Azîz Zapsû, Aynûr Dogan, Yurdanur Serhat, Metîn Kahraman, Ahmet Ogut, Rakel Dînk, Asîwa Anter, Mem Ararat, Îsmet Îlhan, Remzî Azîzoglû, Nûra Konak, Ozcan Alper, Huseyîn Aykol, Zeynep Altiok, Alî Dûran Topûz, Ahmet Tîrgîl, Bekîr Kaya (bi nivîskî), Ayşegul Dogan, Omer Şêxmûs, Roşan Lezgîn, Sara Anter, Rûmet Serhat, Ragip Dûran, Rewşan Çelîker, Nûray Şen, Berken Bereh, Çayan Demîrel, Gulten Kaya, Mehmet Akbaş, Bahoz Şavata, Dara Kirmizitoprak, Dîcle Anter, Eren Keskîn, Fehîm Taştekîn, Îlkay Akkaya, Mîkail Aslan, Remzî Yildirim, Selîm Temo, Merve Anter, Îbrahîm Gurbuz, Sakîna, Selahattîn Demîrtaş (bi nivîskî), Nûrettîn Erkan, Refah Konrad, Zana Farqînî, Levet Pandir, Mazlûm Çîmen, Abît Dûrsûn, Banû Guven, M. Siddik Torûn, Sûna Aras, Mûtlû Cîvîroglû, Battal Batê, Erşan Çuruklu, Orhan Aydin, Rojan Çakar, Rotînda, Selîm Olçer, Hatîce Çoban, Serhat Bûcak, Şevket Altinakar, Meryem Goktepe, Zehra Dogan, Sezgîn Tanrikûlû, Kazim Oz, Ahmet Pandir, Bulent Gunduz, Dilawer Zeraq, Eren Aysan, Fehîm Işik, Ferda Çetîn, Fîkrî Kutlay, Gul Erdost, Kemal Kahraman, Osman Baydemîr, Elî Qazî, Hasan Bîldîrîcî, Firat Cewerî, Fasla Anter, Sertaç Ekîncî, Hakki Boltan, Lal Laleş, Ûdî Yarvant, Aydin Orak, Adîle Yadirgi, Dara Kaya, Mîthat Sancar, Nûr Surer, Mahmût Alinak, Firat Konak, Fewzî Bîlge, Ingrid Fadnes, Aslan Aslan, Bayram Balci, Esra Çîftçî, Gunay Aslan, Kenan Azîzoglû, Cahît Mervan, Jînda Zekîoglû, Hekîm Sefkan, M. Wenda Koyuncu, Farûk Sakik, Mahmût Rûvanas, Guler Yildiz, Gokhan Altay, Mujdat Can, Ahmet Kanbal, Rojda Aydin, Erdogan Alayûmat, Îrfan Karaca, Hêlîn."
Mûsa Anter
Di sala 1920ê de li Gundê Zivingê yê Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hatiye dinê. Xwendina destpêkê li Mêrdînê ya navê li Edeneyê û zanîngeh li stenbolê xwendiye.
Wî beşa Dadnasiyê li Zanîngeha Stenbolê xelas kiriye.
Di 20ê Îlona 1992yê de ji bo Mîhrîcana Çand û Hûnerê çûye Amedê(Diyarbekir) û kitêbên xwe îmze kiriye. Piştî îmzekirinê li taxa Cumhuriyetê êrîşa çekdarî li wî û Orhan Mîroglûyê xweharziyê wî hatiye kirin. Anter miriye û Mîroglû birîndar bûye. (FD)
Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê