Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
17ê Gulanê Roja Dijayetiya Homofobî, Bifobî û Transfobiyê ya Cîhanî ye. Kaos GLyê ji bo vê rojê îlan daye du rojnameyan.
Kaos GLyê di îlana xwe ya di rojnameyên Evrensel û BirGûnê de hatiye weşandin de peyama “bi hêviya rojên wekhev û azad” weşandiye.
Kaos GLyê daxuyaniyek da û diyar kir ku ev roj di demekê de tê pîrozkirin ku li Enqereyê hê jî hemî çalakiyên LGBTlan qedexe ne.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin:
“Mafên LGTBlan bi awayekê sîstematîk têne binpêkirin. Mafên yasayî û mafê xwe-îfadekirinê tê binpêkirin.
“Bi minasebeta 17ê Gulanê em didine zanîn ku em ê li ser rêya me bi kovara Kaos GLyê di sala 1994ê de daye pêşiya xwe li dijî cidaxwazî û nefretê bimeşin.”
(ÇT/MB)