Onûr Gencerê ku bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê de girtibû û Denîz Poyraz, endama partiyê kuştibû, wê roja 29ê Kanûna Pêşiyê were dadgehkirin.
6em Dadgeha Cezayê Giran a Bayrakliyê duh îdianameya ku Serdozgerê Komarî yê Îzmîrê ji bo Onûr Gencer, kujerê Denîz Poyrazê amade kiriye, qebûl kiribû.
Bixwîne - Îdianameya derbarê faîlê Denîz Poyrazê de hatiye qebûlkirin
Onûr Gencer di 17ê Hezîranê de bi ser avahiya HDPyê ya Îzmîrê de girtibû û Poyraz bi guleyan kuştibû.
Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê di îdîanameyê de derbarê kujer Onur Gencerî de, cezayê muebeta girankirî û 7 sal cezayê girtîgehê xwestiye.
Dadgehê îdianame qebûl kiribû
Her weha balkêşe ku di îdianameyê de cîh daye rewşa derûnî ya Gencerî.
Di îdianameyê de hatiye gotin ku "Ti kesê ku alîkarî daye bersûc, pê dabe kirin, beriya bûyerê, di dema bûyerê an jî piştî bûyerê de nehatiye dîtin û delîlên ku bersûc beriya bûyerê yan jî piştî bûyerê bi ti rêxistineke terorîstî an jî endamekî re têkiliyê deyne, nehatiye dîtin."
Di lêkolîna HTSê de hatiye diyarkirin ku di navbera 17ê Hezîrana 2020an û 17ê Hezîrana 2021an de li Bûlvara Helbestvan Eşrefî, di dîrokên cuda de bi giştî 115 sînyalên aîdî bersûc hatine tespîtkirin.
Di beşa encamê ya îddianameyê de ji bo kujer Onûr Gencerî di sê sûcên cûda de yên weke “kuştina plankirî”, “binpêkirina parêzbendiya cîhê kar” û “zerar dayîna kel û pelên partiyên siyasî ango saziyên pîşeyî” ceza hatiye xwestin.
Çi bûbû?
Kesekî bi navê Onûr Gencer, di 17ê Hezîranê de bi çekê êrîşî avahiya HDPyê ya Îzmîrê. Di dema êrîşê de xebatkara partiyê, Denîz Poyraz kuştibû.
Gencer piştî êrîşê bi rojekê hatibû girtin. Gencerî di îfadeya xwe de gotibû, “Li hundir kî heba wê ew bikuştana.”
HDPyê di daxuyaniya xwe de gotibû, “wê rojê dê civînek li dar biketa lê ew hatiye taloqkirin.” Raya giştî bertek nîşanî kuştina Poyrazê dabû. Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê piştî êrîşê bi du rojan axivîbû. Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê MHPyê Denîz Poyraz tohmet kiribû. (FD)
*Çavkanî: MA