Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Di Adara 2016ê de Reza Zarrab li Amerîkayê hat girtin û ji hingê ve di girtîgehêde ye. Ew bi tometa spîkirina pereyê reş* û nasnekirina qedexeya Amerîkayê danî ser Îranê hatiye girtin. Dozgeran daxwaza 95 sal cezayê girtinê ji bo Reza Zarrabî kiriye.
Spîkirina pereyê reş*: Qanûnîkirina pereyên ku bi rêyên neqanûnî hatîn bidestxistin e.
Birêvebirê Halk Bankê Mehmet Hakan Atîllayî îdianameya li ser xwe red kir lê dadgerê dozê Richard Bermanî redkirina wî qebûl nekir.
Çi bûbû?
Reza Zarrab bi operasyonên li dijî bertîlxweran, li 21ê Adara 2015ê hatibû girtin lê piştî demekê kurt hatibû serbest berdan.
Îranê li 6ê Adara 2016ê cezayê darvekirinê daye Babekir Zencanîyê şirîkê Zarrabî.
Zarrab li 22yê Adarê li Amerîkayê hatiye girtin. Ji bo wî daxwaza 75 salên girtinê tê kirin.
Wezîrê dadê Bekir Bozdagî eşkere kir, rayedarên Amerîkayê ji wî re gotine rewşa Reza Zarrabî baş e. Şeş roj bûn ku agahî ji Reza Zarrabî nehibû standin û Tirkiyeyê ji bo standina agahiyan nota dabû Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.
Salek û nîv e ku karsazê ji Tirkiyeyê Reza Zarrab li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) hatiye girtin û agahî jê nehatiye standin li ser vê yekê, Tirkiyeyê daxwaza agahîyan kir.
Wezareta Karên Derve bi daxuyaniyeka fermî diyar kir:
“Piştî nûçeyên li ser Reza Zarrabî li medyayê belav bûyîn, Balyozxaneya me ya li Washingtonê bi rêyên fermî daxwaz ji berpirsiyarîn DYAyê kir; heta niho ti bersiv nehatiye standin.”
Wezîrê dadê Bekir Bozdagî got:
“Reza Zarrab welatiyê Tirkiyeyê ye.
“Çend roj in ku agahiyek belav dibû ku li ser rewşa Reza Zarrabî ti xeber nedihat standin.
“Nota, di eslê xwe de rêyeka peywendîdana dîplomatîk e.
“Rayedaran bi devkî ji me re eşkere kirin ku rewşa Reza Zarrabî baş e.
Di 27ê Çiriya Paşiyê de Zarrab dê li Amerîkayê bê dadkirin.
(PT/MB)