Rêxistinên rojnamegeran ji bo danişîna doza Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamya Dîcle Muftuoglûyê bang li rojnamegeran û mafparêzan kir.
Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA), Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Sendîkaya Xebatkarên Çapxane, Weşanxane û Çapemeniyê ya Tirkiyeyê (DİSK BASIN-İŞ) û Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) daxuyaniyeke hevbeş weşand û xwest ku sibe li Amedê, beşdarî danişînê dozê bibin û piştgiriyê bidin Dîcle Muftuoglûyê.
Rojnameger Dîcle Muftuoglû û Sedat Yilmaz birine edliyeyê
Dîcle Muftuoglû, ji ber lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê di 29ê Nîsana 2023an de li Amedê hatibû desteserkirin. Di 3ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî de hatibû girtin. Nêzî 9 meh in li Girtîgeha Sîncanê girtî ye. Derbarê Muftuoglu de bi tohmeta ku “endama rêxistinê ye” û “rêxistin ava kiriye û ew birêve biriye” îdianame hatibû amadekirin.
“Dîcleyê ne xwe, rojnamegerî parast”
Rêxistinan di daxuyaniyê de bal kişand li ser îdianameyê ku ji 43 rûpelan pêk hatiye, lê di 41 rûpelan de Muftuoglû bi ti tiştekî nayê tohmetkirin:
“Bi daxuyaniyên şahidên nepen dixwazin vê bêhiqûqiyê veşêrin. Dixwazin pîşeya rojnamegeriyê kriminalize bikin.
“Bendewariya raya giştî ya ku Dîcle bê berdan gelek zêde bû. Ji ber ku sûcdariyên der barê Dîcle de ne ew sûcên ku Dîcle pê were girtin. Ji ber ku raya giştî Dîcle nas dike. Lê heyeta dadgehê şahidên nepen esas girt û Muftuoglu berneda. Bi lez û bez ev biryar hat girtin û destûr nedan ku parêzer parastinê bikin. Piştî binçavkirin û girtina 7 mehan a dervê hiqûqê, dîsa biryara berdewama girtinê dan. Di danişînê de Dîcle xwe neparast. Em hemû parastin. Ya rastî rojnamegerî parast.
“Niha Dicle dê di 18ê Kanûna Paşiyê de cara duyemîn derkeve pêşberî dadger. Di danişîna ewil de hat dîtin ku di dosyayê de ji xeynî xebatên wê yên rojnamegeriyê tiştekî cuda tune bû. Li vir ya tê darizandin ne Dîcle ye. Ya tê darizandin rojnamegerî ye. Pir aşkere ye ku girtina Dîcle êdî ji tedbîrê zêdetir derbasî asta cezakirinê bûye. Ya ku ji bo Dîcle rewa tê dîtin, nîşan dide ku bi tevahî ji bo hemû rojnamegeran û bi taybet li dijî rojnamegerên jurd xuya dike ku azadiya çapemeniyê hatiye çi astê.
"Ji ber vê sedemê em Rêxistinên Çapemeniyê yên ku îmzeya wan li bin vê metne, em dixwazin ku Dîcle Muftuoglu ya sala par xelata “Rojnamegera herî bi Hêz” ku li Holandayê ji rêxistina Free Press Unlimited wergirt, bil ez serbest bê berdan.
"Saet 11.50an 18ê Kanûna Paşiyê li Edliyeya Amedê duyemîn danişîna Dîcle tê dîtin. Em li bendê ne ku her kes piştevaniya Dîcle bike û beşdarî danişînê bibin. Em ji bîr nekin wekî Dîcle em jî rojnamegeriyê diparêzin. Em careke din naxwazin ku tu kes ji ber pîşeya rojnamegeriyê bên darizandin û girtin. Careke din em dibêijn #ÇapemeniyaAzadNayêBedengkirin."