Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Yazdeh rêxistinên ragihandinê yên navneteweyî, li Stenbolê kom bûn û bi daxuyaniyekê da zanîn ku ji ber Rewşa Awarte û Biryarnameyên Bi Hikmê Qanûnan, li ser medyaya serbixwe zordariyeka ‘’nedîtî’’ hatiye kirin.
PENa Danîmarkayê, Federasyona Rojnamegerên Ewropayê(EFJ), PENa Almanyayê, Index On Censorship, My Media, Komeleya Çapemeniyê ya Norwêcê, Yekîtîya Rojnamegerên Norwêcê, PENa Norwêcê, PENa Navneteweyî, Rojnamegerên Sînornenas û PENa Gallerê bi pêşengiya ARTICLE li Stenbolê kom bûn û daxuyaniyeka hevpar dan.
Heyetê(desteyê) bi daxuyaniyê diyar got: ‘’Em ev heyet Tirkiyeyê şermizar dike ku Tirkiye Halê Awarte ji bo bêdengkirina mûxalifan bi kar tîne.’’
Heyetê da zanîn ku bi Halê Awarte û bi Biryarnameyên Bi Hikmû Qanûnan wextê desteserkirinê bûye 30 roj. Piraniya kesên tê desteserkirin ji komên mixalif û kêmnetewe ne. (PS/EKN/MB)