Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku 30ê Tîrmehê di heman demê de êrîşî Nvavenda Giştî ya Weqfa Elewî Bektaşiyên Tirkmen, Komeleya Avakirin û Berdewamkirinê ya Çandxaneyan a Şah-i Merdanî û Cemxaneya Ana Fatmayê, duh (31ê Tîrmehê) saziyên elewiyan li Îzmîr, Amed, Dêrsîm, Edene, Enqere û Stenbolê daxuyanî dane çapemeniyê.
Di daxuyaniya ku hevpar hatiye amadekirin de saziyên elewiyan gotiye, "armanca sereke a van êrîşan, dixwazin li welêt şert û mercên kaos û pevçûnan saz bikin."
Saziyan di dewama daxuyaniyê de destnîşan kiriye û gotiye, "Me hay ji zimanê tundkariyê yê dewletê û hikûmeta AKPyê heye ku ev ziman rê ji hêzên tarî re vedike û dihêle ev hêz beriya hilbijartina giştî ya 2023yê rê kaos û pevçûn derkevin".
Beşek ji daxuyaniyê wiha ye:
"Hûnê nikaribin me ji têkoşîna wekheviyê dûr bixin"
"Ji bo ev êrîş encamên mezintir û biêştir dernexin, di serî de hêzên demokrasiyê, berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî. Kesên ku êrîşî canên me, Cemxaneyên me û saziyên me dikin, kesên van êrîşan birêve dibin bila bizanibin ku hûnê nikaribin me ji têkoşîna me ya demokrasî, azadî û wekheviyê dûr bixin.
"Lewma em serî ji çewisandin, zordarî û ti cûreyeke polîtîkayên tundkariyê re serî natewînin. Li dijî zimanê şer û her cûre pevçûnan em li aliyê aştî û biratiyê cih digirin.
"'Em careke din hikûmetê hişyar dikin: Em elewî dibêjin; di sîstema bêpergal de çerx sexlem nabin! Em ê vê sîstema bêdad bi hev re biguherînin."
Saziyên ku navên wan di lîsteya daxuyaniyê de hene ev in: Federasyona Elewî û Bektaşiyan, Federasyona Yekîtiyên Elewiyan a Ewropayê, Federasyona Komeleyên Elewiyan, Federasyona Weqfên Elewiyan, Weqfa Çandê ya Anadolûyê ya Haci Bektaş Veliyî, Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk, Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdalî.
(RT/FD)