Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nesrîn Sutude, parêzereka li Îranê ye û li dijî cezayê îdamê ye. Ji ber ku ew li dijî îdamê ye dadgehên Îranê 12 Adarê, 38 sal cezayê girtinê û lêdana 148 şivan daye wê.
Rêxistina Navneteweyî ya Efûyê, ji bo parêzera Îranî serbest bê berdan kampanyayeka îmekirinê daye dest pê kirin.
Nesrîn Sutude, li dijî bi mecbûrî nixamtinê bûye, ji ber wê di salên 2010-2013ê de bi sûcên “belavkirina agahiyên li dijî dewletê”,”heqareta li rêberê dînî yê Îranê”,”sîxurî”yê di girtîgehê de maye.
Rêxistina Navneteweyî ya Efûyê diyar kiriye ku Nesrîn Sutude, ji bo mafên xwe kiriyarên aştiyane kiriye. “Ji rayedarên Îranê re bibêjin parastina mafên mirovan ne sûc e.”
(EMK/MB)