Dîrektorê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê Mahmood Reza Amiry-Moghaddam destnîşan kiriye ku li Îranê di 5 mehên dawîn de her roj nêzî 6 kes hatine darvekirin.
Li gorî nûçeya Hîvda Çelebiyê ku li Ajansa Mezopotamyayê weşiya ye Amiry-Moghaddam diyar kir ku sedema darvekirinan tirsandina civakê ye û dewleta Îranê dixwaze bi cezayê darvekirinê yê ji bo Pexşan Ezîziyê rê li ber çalakiyên girseyî yên dema qetilkirina Jîna Amîniyê de hatibûn lidarxistin bigire.
"Di Cotmehê de herî kêm 168 kes hatin darvekirin"
Amiry-Moghaddam destnîşan kir ku ew hersal têkildarî mijarê raporan amade dikin û got: “Saziya Mafê Mirovan a Îranê ji sala 2008an vir ve ji bo darvekirinên li Îranê raporên salane amade dike. Wisa xuya dike ku di mijara darvekirinan de sala herî xirab a 2024 bû. Me raporên mehane jî weşand. Wek mînak di meha Cotmehê de herî kêm 168 kes hatin darvekirin û herî zêde di vê mehê de darvekirin pêk hatin. Nemaze jî di 4-5 mehên dawî de rojane 4-6 kes hatin darvekirin.”
Amiry-Moghaddam daye zanîn ku rejîma Îranê di nav krîzeke mezin de ye, nikare pirsgirêkan çareser bike û ji bo temenê rejîmê dirêj bike darvekirina pêk tîne.
"Cezayên li jinan tên birin bale nakişîne"
Amiry-Moghaddam diyar kiriye ku wan weke ÎHRê di salên 2010-2014an de raporek bi navê ‘Li Îranê Jin û Cezayên Darvekirinê: Perspektîfa Zayenda Civakî’ amade kirine û bi vê raporê xwestine balê bikişînin ser zayenda civakî.
Amiry-Moghaddam da zanîn ku li Îranê bi piranî mêr tên darvekirin lê cezayên ku ji bo jinan tên dayîn di civakê de balê nakişîne û wiha got:
“Mînak ji sedî 70ê jinên ku cezayê darvekirinê li wan hatine birîn ji ber kuştina partnerên xwe tên sûcdarkirin. Dema ku em van dozan lêkolîn dikin, em çîrokên tûndkariya nav malan dibînin. Mafê jinan yê cihêbûnê nîne.
"Li Îranê zarok jî tên darvekirin"
Amiry-Moghaddam da zanîn ku li Îranê li dijî zarokan jî gelek cezayên darvekirinê tên dayîn û zarok jî bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimînin. Zarok beriya 18 saliya xwe bi darvekirinan re rûbirû dimînin û wiha axivî:
“Li cîhanê welatê ku herî zêde zarokan darve dike, Îran e. Di 35 salên dawîn de, li cîhanê zêdetirî ji sedî 70ê darvekirinan li Îranê pêk hatine. Di mijara cezakirinê de cûdahiyê dixin navbera zarokên keç û kur. Ji bo vê yekê, yek ji pêşniyarên me ev e ku civaka navdewletî zextê li Îranê bikin ku ji bo ceza temenê kamilbûnê wek şert bê danîn. Her wiha divê sînorê zarokbûn û ne zarokbûn bibe 18. Lêbelê, wan heta niha ew qebûl nekir. Li welatek ku mafên mirovan vê astê têne binpêkirin, rewşa zarokan pir xirabtir e.”
"Herî zêde Kurd û Belûc tên qetilkirin"
Amiry-Moghaddam bibîrxist ku li Îranê piştî çalakiyên ‘Jin Jiyan Azadî’ li Eyaletên Kurdistan û Belucistanê zext zêde bûne û di dema çalakiyan de bi piranî kurd û belucî hatine qetilkirin. Amiry-Moghaddam diyar kir ku rejîma Îranê jinan wek hemwelatiyên duyemîn dibîne, her wiha ji ber baweriyên xwe kurd û belucî her tim bi zextan re rûbirû dimînin û wiha got: “Li herêma Kurdistanê civak bêhtir bi rêxistinkirî ye. Ji bo cezayê darvekirina Pexşan Ezîzî şermezar bikin grevên mezin pêk anîn. Li gorî herêmên din bêhtir xwe organîze dikin. Ev rayedarên Îranê ditirsîne, ji çalakiyan ditirsin. Ji ber vê yekê ev demeke dirêj li nemaze li Kurdistanê zext zêdetir in. Ji ber fikrên xwe yên siyasî Şîrîn Elemhulî hat îdamkirin. Her wiha cezayên îdamê didin aktîvîstên kurd. Ev jî nîşan dide ku rejîm ji bo tepisandinê bêhtir zextê li civakê dike, lê ez bawer nakim ku rejîm bi ser bikeve.”
Amiry-Moghaddam diyar kir ku li Îranê xebatên rêxistinên mafên mirovan tên qedexekirin, ji ber vê yekê nekarin li Îranê xebatan bimeşînin lê li hemberî hemû metirsiyan li Îranê toreke wan a bihêz heye û wiha got: “Dema ku mijar dibe cezayê darvekirinê, ji sedî 90ê darvekirinan ji aliyê medyaya fermî an çavkaniyên fermî ve nayên ragihandin. Ew serî li me, li çavkaniyên mafên mirovan ên Îranê didin.