Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Doza 11 mafparên ku li Buyukadaya Stenbolê di dema civîna “ji bo parastina mafparêzan ewlehiya dijîtal” de hatibûn desteserkirin. Paşê jî bi tohmeta “alîkarî bi rêxistinên terorê re kiriye” û “endamên rêxistina terorê ne” doz li wan hatibû vekirin. Danişîna dozê îro wê li 35em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê berdewam bike.
Beriya danişînê Rêxistina Efûyê ya Navnetewî şaxa Tirkiyeyê derbarê mijarê de daxuyaniyek weşandiye. Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku divê biryara beraetê ji bo mafparêzan bê dayîn.
Di berdewamiyê de hatiye diyarkirin ku Taner Kiliç, Serokê Rûmetê yê Rêxistina Efûyê ya Navenetewî yê Şaxa Tirkiyeyê û İdil Eser, dîrektora kevin jî di nav de mafparêzên din tên dadgehkirin. Daxuyanî li ser navê Kumi Naidoo, Sekreterê Giştî yê Rêxistinê hatiye weşandin û wiha hatiye gotin:
“Divê dawiyê li bêdadiyê bînin”
“Divê Taner û 10 mafparêzên din bên beraetkirin ku bêyî bikaribin tohmetên absurd ên ji bo wan tên kirin piştrast bikin tên dadgehkirin. Divê êdî dawiyê li vê bêdadiyê bînin.” (HA/FD)