Fotograf: Ajansa Anadolûyê (arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî lêkolîneke ku Rêxistina Efûyê, Enternasyonala Xizmetguzariya Civakî (PSI) û Yekîtiya Sendîkayên Kurewî ya Cîhanî kirine, par di dema pandemiyê de herî hindik 17 hezar xebatkarên tenduristiyê mirine.
Rêxistinên sivîl bang li hikûmetan kirine ku xebatkarên tenduristiyê, yên di dema pandemiyê de di refên pêş de kar dikin, demildest werin derzîkirin.
“Her di 30 deqîqeyan de xebatkarekî tenduristiyê can dide”
Steve Cockburn, Dîrektorê Beşa Edaleta Civakî û Aborî yê Rêxistina Efûya Navnetewî derbarê mijarê de wiha gotiye: “Her di 30 deqîqeyan de xebatkarekî tenduristiyê ji ber Covid-19ê dimire û ev him trajedî him jî bêedaletî ye. Digel ku xebatkarên tenduristiyê li hemû cîhanê ji bo mirovan li beramberî Covid-19ê di nava ewlehiyê de bihêlin kar dikin û jiyana xwe dixin nava xetereyê, gelek ji wan heta niha baş nehatine parastin û di encama vê de bedêla vê kêmasiyê dan.
“Li her derê hikûmet neçar in ku xebatkarên tenduristiyê li beramberî Covid-19ê biparêzin. Xebatkarên tenduristiyê di dema pandemiyê de jiyanên xwe xistin nav xetereyê, êdî dem hatiye ku derziyên jiyanê rizgar dikin pêşiyê li wan bidin. Ji bo xebatkarekî/e tenduristiyê yê li Perûyê bi qasî doktorekî/e li Mîrektiya Yekbûyî were parastin, divê ji bo newekheviyên kurewî yên di bidestxistina derziyan de ji holê werin rakirin, demildest gavan biavêjin.” (EMK/FD)