Koçerên Amed, Riha, Êlih û Mêrdînê bi germbûna hewayê ra berê xwe dane zozanan, her weha ji ber giştînameya Wezareta Karên Navxweyî rêwîtiya wan heta 1ê Gulanê hatiye taloq kirin.
Koçer her sal di meha Nîsanê da bi germbûna hewayê re koçer pezên xwe ji tewle û goman derdixin û ji bo bibin zozanan dest bi rêwîtiyeke dûr û dirêj dikin, lê îsal ji ber Covîd-19ê nikarin bi rê kevin.
Wezareta Karên Navxweyî di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Covîd-19) de giştînameyek weşandiye. Li gor rêziknameyê koçeran destûra derketina zozanan standiye, lê destûra rêwîtiya wan heta 1ê Gulanê hatiye taloqkirin.
Koçerên Amed, Riha, Êlih û Mêrdînê pez û dewarên xwe ji gom û tewleyan derkexistine û berê xwe dane zozanan. Lêbelê wê ajalên xwe li cihê ku lê ne biçêrînin heta ku ev pêvajo derbas bû.
Koçer tevlî ajalan li bendê ne ku qedexe rabe
Koçerên ku ji bajarê Rihayê bi rê ketine da ku biçin zozanên Kanîreşa navçeya Çewlîgê, ji bo avdana heywanên xwe ji hewzeya Çemê Mûradê ra derbas dibin. Koçeran vê gavê berê xwe dane Palûya navçeya Elezîzê û li benda 1ê Gulanê ne.
Ji koçeran Bayram Dagê 34 salî daxuyanî daye nûçegihanê AAyê û gotiye, "Ez ji diya xwe bûme û min dest bi vî karî kiriye" û ew bi malê va koçer in.
Dagî wiha axiviye, "Em hersal serê Nîsanê li gor rewşa hewayê bi rê dikevin. Divê em vî wextî di rê da bûna, lê ji ber ku nexweşî bela nebe, çûyîn û hatina navbera bajaran hat qedexekirin, em jî sekinîne."
Dagî destnîşan kiriye, ku koçer ji ber şewbê li herêmên ku lê ne, sekinîne û ew jî li herêma Paluyê bêhna xwe vedidin û li wê derê heywanên xwe diçêrînin.
Ji koçeran Kemal Ozcanê 44 salî jî gotiye, ku ji ber şewba vîrusa koronayê ew dereng bi rê ketin û daxwaza dilê wan ew e ku ev şewb demildest biqede.
"Xwedê bike em zûtirî herin zozanan. Bendewarî ji bo me hinekî tengasî ye. Em bi herêma ku tê ra tên û diçin, beled nînin. Piştî kutabûna vê pêvajoyê em ê bi rêkevin." (AY/FD)
Çavkanî û fotograf: AA