Ekspresa Rojhilatê ku ligel hezkiriyên geşt û gerê, vê axiriyê turîstên biyanî û xwendekarên zanîngehê jî eleqeyeke zêde nîşan didin, digel reng û menzereyên celeb celebî, rêwîtiyeke newaze pêşkêşî mêvanên xwe yên ku payîzê di navbera Enqere û Qersê da derdikevin rêwîtiyê dike.
Ekspresa Rojhilatê ya TCDDyê van salên dawîn gelekî rastî eleqeyê tê, ligel turîstên xwecî û biyanî, xwendekarên zanîngehê jî eleqeyeke mezin nîşanî seferan didin û sefer dewam dikin. Rêwî di rêya 25 saetî da rêwîtiyeke wekî çîrokan a xweş dikin.
Trên ji Enqereyê derdikeve rê ji Qiriqele, Qeyserî, Sêwas, Erzincan û Erziromê ra derbas dibe û piştî rêya 1310 kîlomêtreyî digihêje Qersê.
"Ev rêwîtî teqez mîna çîrokan e"
Rêwiya trênê xwendekara zanîngehê Îrem Ayebeyê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku gera payîzê ya bi Ekspresa Rojhilatê pir xweş û cuda ye.
Ayebeyê bal kişand, ji ber ku ew xwendekar e, wê xwest ku betlaneya 29ê Cotmehê bi Ekspresa Rojhilatê derbas bibe û wiha dewam kir, "Min zivistanê jî bi Ekspresa Rojhilatê seyahet kir. Lêbelê ev seyaheta min a payîzê pir xweş û cuda ye. Niha ez nikarim vê xweşiyê rave û şîrove bikim, teqez rêwîtiyeke mîna çîrokan e. Mirov heke vê yekê tecrube bike, wê demê mirov dikare fêm bike vê ka çend xweş e. Ez rêwîtiyeke bi vî rengî ji herkesî ra pêşniyaz dikim."
(MB)
*Çavkani: Önder Beyter |AA