Li Rojava piştî girtina deriyê sînorî yê Sêmalkayê, niha jî Rêvebirîya Xweser ji bo ku rê li ber vîrûsa Covîd-19yê bigre bi dermanan dest bi şuştina rê û kolanan kirî ye.
Li gor nûçeya Rûdawê, bi 8 tîmên şaredariyê, proseya paqijkirina saziyên Rêveberiya Xweser hatiye destpêkirin. Ji bo li hember derketina koronayê, çar rojan dewam li wan saziyan nabe ku têne dermakirin. Piştre li gorî plana Desteya Tendirustiyê devrên din jî têne paqijkirin û derman li wan tê belavkirin.
Li gor heman nûçeyê Rêvebirê Desteya Ekolojiyê li Qamişlo Tariq gotîye: “Ji îro saet 07.00ê ve 8 tîmên me derketine li saziyan belav bûne û her tîmek otomobîl û derman bi wan re ye, heya roja Pêncşemê em dê saziyan xilas bikin û piştre li pêwîst hebe em dê herin wê derê jî paqij bikin.”
Herweha hejmarek ji çalekvanên civaka sivîl jî li nav xelkê digerin û hişyariyê derbarê nîşaneyên korona û çawaniya xwe parastinê de didin.
(AY/FD)
Fotograf: Rûdaw