Rêvebiriya Trump fona Zanîngeha Harvardê ya 2,2 mîlyar dolarî rawestand

Rêveberiya Trump daxwaz ji Zanîngeha Harvardê kiribû ku protestoyên ji bo piştgiriya Filistînê û bernameyên tevlîbûn, wekhevî û pirrengiyê raçav bike, lê zanîngehê qebûl nekiribû.
Ji ber vê yekê Wezareta Perwerdeyê ya DYAyê biryar da fona 2,2 milyar dolarî ya ku diçe Zanîngeha Harvardê û berdêla peymanê ya bi bi qasî 60 milyonî bide sekinandin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê Zanîngeha Harvardê ku rêveberiya Trump ji bo qutkirina fona bi milyaran dolaran gef li wan xwaribû, diyar kir ku ew ê daxwazên Trump qebûl nekin.
Li DYAyê di van demên dawî da bi mehnaya protestoyên kampusê yên alîgirê Filistînê û bernameyên cihêrengî, wekhevî û tevlêbûnê, behsa cemidandina fonên federal ji bo zanîngehan tê kirin,
Profesorên Zanîngeha Harvardê li dijî biryara biryara rêveberiya Serok Trump a ji bo vepirsîna 8,7 milyar dolarê fînansmana federal, doz vekiribûn.
(TY/AY)