Rêvebiriya girtîgehê dest daniye li ser pênûsên xêzkirinê yên girtiyekî
Ahmet Herdemî li bal Dadweriya Bicihanîna Cezayan a Girtîgehê giliyê rêvebiriya girtîgehê kiriye û xwestiye pênûsên wî yên xêzkirinê yên di embara girtîgehê de tên ragirtin, bidine wî.
.jpg)
Girtî Ahmet Herdem li Girtîgeha Tîpa Fyê a bi Ewlekariya Bilind a Kurkçuler a Edeneyê tê ragirtin. Herdem, dema bi rêya telefonî bi malbata xwe re axiviye û behsa binpêkirinên mafên wan kiriye.
Herdemî diyar kiriye ku ji 18ê Îlona 2020an heta niha wêneyan xêz dike û di dema serdegirtina qawîşan de dest danîne li ser pênûsên wî.
Herdemî gotiye ku pênûsên wî bi hinceta “Alaya partiyê û sembolên wê xêz dike” hatine desteserkirin lê belê li odeya wî ti xêzên ala yan jî sembolên partiyê nehatine dîtin.
Ahmet Herdemî ji bo ku pênûsên wî yên li depoya girtîgehê tên ragirtin, bi şûn de bidine wî, serî li Dadweriya Bicihanîna Cezayan daye.
(FD)
Fotograf û Çavkanî: MA
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.