Rêvebirê Giştî ê Fona Varlikê ji wezifeyê hatiye girtin
Li gorî biryara Serokomarî ya ku li Rojnameya Fermî weşiya ye Salîm Arda Ermût ji bo Rêvebiriya Giştî a Fona Varlikê hatiye wezîfedarkirin.

Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li şûna Zafer Sonmez, Rêvebirê Giştî ê Şîrketa Anonîm a Rêveberiya Fona Varlikê ya Tirkiyeyê Salîm Arda Ermût hatiye wezîfedarkirin.
Li gorî biryara Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî ê Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) ya li Rojnameya Fermî weşîya ye Zafer Sonmez, Rêvebirê Giştî ê Şîrketa Anonîm a Rêveberiya Fona Varlikê ya Tirkiyeyê ji wezîfeyê hatiye girtin û li şûna wî Salîm Arda Ermût wezîfedar bûye.
Ermûtê ku ji bo Rêvebiriya Giştî û Endamiya Lijneya Reveberiyê hatiye wezîfedarkirin, Serokatiya Ofîsa Weberhênanê ya Serokomariyê birêve dibir.
Piştî ku Berat Albayrak ji wezifeya xwe ya li Fona Varlikê îstifa kiribû, Zafer Sonmez li Rêveberiya Giştî hatibû wezîfedarkirin.
(HA/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.