Fotogarf: Rûdaw
Hevserokatiya Meclisa Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyekê de biryar daye ku li herêma Cizîrê qedexeya çûn û hatinê ragihîne.
Li gor daxuyaniyê, qedexeya çûn û hatinê ji roja yekem a cejna Qurbanê wê dest pê bike û ji bo dema 10 rojan berdewam dibe.
Li gorî nûçeya Rûdawê, di daxuyaniyê de hatiye gotin, ji bilî tevgera bazirganî, çûn û hatin û tevgera veguhastinê bi awayekê temam di navbera Herêma Cizîrê û îdareyên din de hatiye rawestandin.
Herwiha tevahiya civînên giştî yên weke kombûnên werzişî, kombûnên cejnê, melevangeh û kafeterya tên girtin.
Dîsa tevgera otubusên veguhastina giştî li nav bajaran jî tê rawestandin.
Li Rojavayê Kurdistanê piştî ku çend rewşên din ên pêketina bi vîrusa COVID-19 hatin tomarkirin, Rêveberiya Xweser tedbîrên nû ji bo rûbirûbûna vê vîrusê ragihandine.
Di nava vê heftiya dawî de, 6 kes li Rojavayê bi koronayê ketine. Ji wan pêketiyan, 4 kes li Hesekê, kesek li Dêrikê û 3 kes jî li Qamişloyê bi vîrusa COVID-19 ketine.
Ew kes li malên xwe tên çareserkirin û 88 kes jî ku peywendî û temasa wan ligel pêketiyan hebûne, hatine karantînekirin.
Li gor Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser, niha li Rojavayê 8 kes bi vîrusa Koronayê ketine, ku pêketina 6 kesan di heftiya dawî de bûye. (FD)