Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Rojavayê daxuyaniyek daye û diyar kiriye ku dema qedexeya derketina derve heta 5ê Hezîranê hatiye dirêjkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşan kirin, ku bi sedema vîrusa koronayê ango Covid-193e qedexeya çûnûhatinê ji 27ê Gulana 2020an heta 5ê Hezîranê dirêj bûye.
Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye, ku karker û karmendên tevahiya saziyan dê bi awayekî fermî ji roja Çarşemê, 27ê Gulana 2020an dest bi kar bikin.
Deriyên sînorî wê girtî bin
Ji billî deriyê Tayhe-Tebqa, deriyên din ên sînorî heta biryareke duyemîn girtî dimînin. Lê belê, li gorî belgeyên fermî, li ber rewşên nexweşî û xwendekaran, deriyên sînorî têne vekirin.
Hemû dikan û firoşgeh ji demjimêr 6ê sibehê heta 7ê êvarê bên vekirin. Xwaringeh jî wê vekirî bimînin, tenê ji bo daxwazên derveyî wan xwaringehan.
Bi mercê pabendiya bi rêkarên xweparastinê, tevgera çûnûhatinê wê azad be, wiha jî cihên olî û peristinê li ber xelkê vekirî bimînin, lê cafeterya, qehwexane, dibistan û zanîngeh di dema qedexeyê de, girtî bimînin. (AY/FD)
Çavkanî - Fotograf: Rudaw