Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rêveberiya Xweser a Rojava têkildarî êrîşa dewleta tirkan a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêşketinên dawî daxuyaniyeke nivîskî belav kiriye.
Rêveberiyê di daxuyaniyê de wiha gotiye:
"Bi bilindbûna asta gef û guran û amadekariyên leşkerî yên artêşa dewleta tirkan û çeteyên wê em rewşa seferberiyê bi dema 3 rojan li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê radigihînin. Her wiha jî ji tevahî rêveberî, sazî û gel bi hemû pêkhateyên wê dixwazin ku berê xwe bidin herêmên li ser sînorê dewleta tirkan.
“Her wiha bang li tevahî ciwanên gel bi hemû pêkhateyên wê yên li Kurdistan û tevahî cîhanê dikin ku bi erka xwe li beramber xak û gelê xwe, li hundir rabin û xwepêşandan û çalakiyan li tevahî deverên lê ne, bi taybet li dewletên derve yên lê koç bûne, pêk bînin.” (PT/FD)