Rêveberekî Partiya DEMê di êrişeke çekdarî de mir
Wesayîta Rêveberê Partiya DEMê yê Sêgirkê Ahmet Gun hate gulebarankirin. Di encama êrişê de Gun mir.

Wesayîta rêveberê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ahmet Gun li gundê Talokan ê bajarokê Sêgirkê yê Qileban a Şirnexê hate gulebarankirin.
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê dema Gun tevî zarokên xwe êzing kom dikirin rastî êrişê hatiye.
Hat zanîn ku di encama êrişê de Ahmet Gun li cihê bûyerê miriye û kurê wî jî birîndar bû.
Cenazeyê Gun ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Nehat zanîn bê ka êriş ji hêla kê ve hatiye kirin.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.