Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji bo hilbijartina Parlamenteriyê û ya Serokomariyê ya ku wê di 24ê Hezîranê de li Tirkiyeyê çêbibe, herî dawî li Brîtanyayê duh li gorî saeta Tirkiyeyê di 21.00ê de sendoq hatine girtin û pêvajoya dengdayinê bidawî bûye.
Kesên ku li derveyî Tirkiyeyê dijîn û hîna dengên xwe bi kar neanîbin, dikarin heta 24ê Hezîranê li deriyên sînoran dengên xwe bavêjin.
Dengên ku hatine bikaranîn di bin çavdêriya endamên komisyona veşartina sendoqan û nûnerên partiyan de pêşiyê wê li serokatiya herêma hilbijartina li derveyî welat a li Stenbolê û paşê jî wê ji bo Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya li Enqereyê bên ragihandin.
Milyonek û 486 û 532 kesan dengên xwe dane
Sadî Guven Serokê YSKyê îro daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku li derveyî Tirkiyeyê milyonek û 486 hezar û 532 kesan dengên xwe dane.
“Li 60 welatî, li 123 nûnertiyan em kar dikin. Hevalên me karekî gelekî zêde kirin. Di serî de personelê wezareta karên derve ez spasiyên xwe ji bo hemû kesên ku di vî karî de keda wan heye pêşk3eş dikin. Em ê îro bi balafiran hemû sendoqên li Ewropayê bînin.
“Beşek ji yên li welatên din ji xwe ji me re hatibûn. Dema roja hilbijartinê sendoq hatin vekirin em ê di heman demê de wan sendoqan jî vekin.”
Heta niha rêjeya dengdayina li derveyî welêt gihiştiye ji sedî 48.78an.
Di hilbijartina giştî ya 1ê Çiriya Paşiyê ya 2015ê de milyonek û 258 hezar kesan li derveyî Tirkiyeyê deng dabûn.
Par di dema referandûma guhertina destûra bingehîn a 16ê Nîsanê de di navbera 27ê Adarê û 9ê Nîsanê di li derveyî Tirkiyeyê milyonek û 400 hezar û 46 kes beşdar bûbûn. (PT/FD)