Rêdûr Dîjle dê 15ê Tîrmehê li Stenbolê kitêbên xwe îmze bike
Nivîskarê kitêbên helbestan yên bi navê “kêsek” û “Êşefa Temenekî” Rêdûr Dîjle dê li Stenbolê, li Şevîn Kafeyê kitêbên xwe îmze bike.

Nivîskarê kitêbên helbestan yên bi navê “Kêsek” û “Êşefa Temenekî” Rêdûr Dîjle dê li Stenbolê, li Şevîn Kafeyê kitêbên xwe îmze bike. Bername dê 15ê Tîrmehê siet 18.00ê dest pê bike û du sietan dom bike.
Rêdûr Dîjleyî kitêba “Seher”ê ya sîyasetmedarê girtî, Selahattîn Demîrtaşî ji zimanê tirkî wergerandibû zimanê kurdî. Dîjle herweha yek ji nivîskarên malpera Kurdîgehê ye.
Rêdûr Dîjle
Rojnameger û nivîskar e. Ji Mêrdînê ye. Sala 1987ê hatiye dinê. Yekem kitêba wî, “Êşefa Temenekî” sala 2012ê ji Weşanxaneya Ronahiyê derketiye. Kitêba Kêsek ji weşanxaneya Lîsê û kitêba wî wergerandî Seher ji Aramê derketiye. Li Diyarbekirê dijî.
(MB)
*Hûn dikarin bi vê duvelankê navnîşana Şevîn Kafeyê bibînin.
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.