Ji bo nûçeya Tirkî
Ekolojîst û redkarê wicdanî Sergen Sucu piştî ameliyat bû li nexweşxaneyê jê hat xwestin ku biçe leşkeriyê.
Sucu li Enqereyê ji kurcikên xwe ameliyat bû. Dema li nexweşaxaneyê bû, polêsan di saet 05:45an de çûne wir û gotin; ‘li nexweşxaneyê qaçaxê leşkeriyê heye’. Polêsan ji Sucuyî xwest ku girteyê îmze bike û di nav 15 rojan de biçe leşkeriyê.
Sucuyî ji wan polêsan re gotiye ku ew ne qaçax e û li ser wê girteyê jî nivîsiye ku ew redkarê wicdanî ye û girte jî îmze nekiriye.
Polêsan nusheyekê wê girteyê da Sucuyî û paşê çûn.
Sucî ji Yannis Vasilis Yaylaliyê (Aktîvîteya Aştîxwaz) re axivî û wiha got:
‘Ez duh ameliyat bûm. Rewşa min baş e. Ez ji wê zihniyeta ku li nexweşaxaneyê jî polêsan dişînin ser min re careke din dibêjim: Ez ne qaçax im, redkarê wicdanî me.’
(EKN/YO)