Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Serokkomar, Recep Tayyîp Erdogan û serokwezîrê Iraqê Heyder el Ibadî îro civîyan û piştî civînê daxuyaniyek da.
Bixwîne - Piştî referandûmê kê çi got?
Heyder Ibadiyî got:
“Mixabin em li erdnigariyeka welê dijîn ku îstiqrar lê nîne. Êdî em difikirin dem hatiye em kêşeyan çareser bikin.”
Recep Tayyîp Erdoganî eşkere kir di civînê de ew li ser gavên avêtinê yên siyasî, leşkerî û ekonomîk axivîne.
Bixwîne - Iraqê banga diyalogê li Herêma Kurdistana Iraqê kir
Erdoganî got:
“Ji xwe diyar bû ku em ji referandûma ne meşrû ya Birêvebiriya Herêmî ya Kurdan xemgîn in. Ji destpêkê ve me eşkere kiribû ku em piştevanên yekparçetiya axa Iraqê ne. Em niho jî heman tiştî diparêzin.
“Me Tirkiyeyê digel Îran û Iraqê gavên erênî avêtin.”(AS/MB)
Wêne: Ajansa Nûçeyan a Doganê/Enqere