Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rêberên Xiristiyanan ên li Qudsê nameyek vekirî ji Serokê DYAyê Donald Trumpî re şandin û diyar kirin ku biryara naskirina Qusdê ya weke paytexta Israîlê dê “ji hêla olî ve bibe sedema encamên xeternak”.
Wadîe Abûnassar Berpirsê Têkiliyên bi Çapemeniyê re yên Rêberên Xiristiyanên li Qudsê jî diyar kir ku statuya Qusdê ne tenê ji bo Israilî û Filistîniyan ji bo Misilmanan jî girîng e û wiha berdewam kir: “Quds ji bo me hemûyan meseleyeke girîng e, derbarê mijareke wiha bixeter de divê zanatiyek pêwîst e.”
Theodosios (Ataullah) Hanna Serpiskoposê Ortodoks ê li Filistînê duh daxuyaniyek da û got; “Hedefgirtina Qudsê di heman demê de hedefgirtina Xiristiyanan e.”
Hatta got, “Ez li ser navê Xiristiyanên Filistinî bang li Papa û cîhanê dikim, Misilman û em hedef tên girtin, têkevin nava liv û tevgerê. Divê çavê hemû Xiristiyanên li Cîhanê li ser Filistînê be. Parastina Qudsê parastina Xiristiyanan û mirovahiyê ye.”
Biryara Qudsê ya DYAyê li Beytlahimê ji hêla Dêra Vejînê (Dêra Mehdê) ve jî hat protestokirin. Dêrê ji bo protestoyê ronahiyên Noelê hatin vemirandin. Li gorî baweriya Xiristiyanan Îsa li Qudsê hatiye çarmixkirin. Her wiha Mescîd-î Aksa ya ji bo Misilmanan gelekî girîng e li Qudsê ye.
Papa: Divê rageşiyên nû lê neyên zêdekirin
Beriya ku Trump biryara xwe aşkere bike, Papa Francis xwestibû ku, “divê herkes rêzê ji biryarên Neteweyên Yekgirtî yên derbarê bajarê pîroz Qudsê de bigire ku ji bo Cihû, Fileh û Misilmanan girîng e.” (AS/FD)