Platforma Çavdêriya li Hilbijartinan a Serbixwe derbarê mafê dengdayînê de bi çendîn zimanan vîdeoyek weşandiye ku kurdî jî yek wan e.
Vîdeo bi sernavê “Raydayîn mafê her kesî ye” li ser YouTube-ê hatiye weşandin.
Platformê di vê vîdeoyê de nîşan dide ku bê ka hilbijêr dema çûn li ser sindoqan wê bi çi şêweyî dengên xwe bidin.
Di 14ê Gulana 2023yan de li Tirkiyeyê hilbijartina Serokomariyê û ya Parlamenteriyê ya Serdema 28an pêk hat. Di ya Serokomariyê de ji ber ku ti namzetekî ji sedî 50+1 deng bidest nexist, wê di 28ê Gulanê de tûra duyem a hilbijartinê pêk bê. Di vê tûrê de hilbijêr ji bo herdu namzetên di tûra yekem de herî zêde deng bidestxistin, namzetê Tifaqa Komarparêzan Recep Tayyîp Erdogan û namzetê Tifaqa Netewparêzan Kemal Kiliçdaroglû wê dengên xwe bidin. (FD)