Foto: bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Beşa Karên Zanistî ya Meclîsa Federal li Almanyayê di rapora xwe de “Leşkerên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê weke hêzeke dagirker” bi nav kiriye.
Li gorî beşa tirkî ya Deutsche Welleyê ku wê jî ji DPAyê ragihandiye di raporê de wiha hatiye gotin:
“Dema lêkolîneke birêkûpêk li ser leşkerên Tirkiyeyê yên li Efrîn, Ezaz, el Bab û Cerablisê herêmên li bakûrê Sûriyeyê bê kirin, li gorî pîvanên dagirkeriya leşkerî ya hiqûqa navnetewî leşkerên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê dagirker in”.
Rapor neh rûpel pêk hatiye. Sevîm Dagdelen, Wekîla Seroka Koma Meclîsa Partiya Çepan rexne li hikûmeta Almanyayê kiriye û ji ber liv û tevgera Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê weke binpêkirina hiqûqa navnetewî nedîtiye rexne li hikûmetê kiriye.
Delîlên berbiçav pêşkêş nekiriye
Di meha Adarê de jî heman Beşê raporeke din weşandibû. Di vê raporê de jî hatibû diyarkirin, hikûmeta Tirkiyeyê ti delîlên berbiçav ên derbarê wan îdiayan de pêşkêş nekiriye ku dibêje li hemberî êrîşan ew parastina xwe ya rewa dike.
Tirkiyeyê di dema operasyona li ser Efrînê de diyar kiribû ku ew li gorî Xala 51ê ya Neteweyên Yekgirtî operasyonê çêdikin. (PT/FD)