Rapirsiya dawî ya KONDAyê: Kiliçdaroglû 49,3 – Erdogan 43,7

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şîrketa Lêkolîn û Şêwirmendiyê KONDAyê, beriya hilbijartina 14ê Gulanê ya Serokomariyê û Parlamenteriyê ya Serdema 28an, rapirsiya xwe ya dawî aşkere kiriye.
Li gorî rapirsiya KONDayê, ji sedî 7,8ê hilbijêran bêbiryar in. Dema vê rêjeyê li ser hilbijêran belav dikin, rêjeya dengên namzetê Serokomariyê yê Tifaqa Netewparêzan Kemal Kiliçdaroglûyî dibe ji sedî 49,3. Rêjeya dengên namzetê Serokomariyê yê Tifaqa Komarparêzan Recep Tayyîp Erdoganî jî dibe ji sedî 43,7.
Rêjeya dengên Tifaqan jî li gorî rapirsiya KONDAyê wiha ye:
Tifaqa Komarparêzan: Ji sedî 44,0,
Tifaqa Netewparêzan: Ji sedî 39,9,
Tifaqa Ked û Azadiyê: Ji sedî 12,3.
Rewşa dengên partiyên di nava tifaqan de jî wiha ye:
Tifaqa Komarparêzan
Partiya Dad û Geşepêdanî (AKP): 35
Partiya Tevgera Netewperest (MHP): 8
Yên din: 1
Tifaqa Netewparêzan
Partiya Gel a Komarî (CHP): 27,3
IYI Partî: 12,4
Yên din: 0,2
Tifaqa Ked û Azadiyê
Partiya Çep a Kesk: 10,5
Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP): 1,8
Yên din: 3,8.
Înce: 2,2 – Ogan: 4,8
Rêjeya herdu namzetên din ên hilbijartina Serokomariyê jî wiha ye:
Mûharrem Înce: Ji sedî 2,2
SÎnan Ogan: Ji sedî 4,8
KONDAyê rapirsî di navbera 6 û 7ê Gulana 2023yan de li 35 bajaran, li 120 navçe, 194 tax û gundan çêkiriye ku li ser hev bi 3 hezar û 480 kesî re hevdîtinên rû bi rû pêk hatine.
Dengên hilbijêrên li derveyî Tirkiyeyê ne, ne di nava van hejmaran de ne. (TY/FD)
Li Stenbolê ji ber 25ê Mijdarê 169 jin hatin desteserkirin

Li Gebzeyê qetlîama ajalan: Divê stargeha şaredariyê were girtin

Di 40emîn danişîna doza Ahmet Yildizê de careke din edalet pêk nehat

22EMÎN MEŞA ŞEVÊ YA FEMİNÎST
Li Stenbolê tevî astengiyan jin û LGBTI+ li kolanan in

Qada kana zêran a Îliçê herifî: Herî kêm 9 karker di binê axê de ne
