Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Nayê hişê min ku di filmekî de yan di sitcomekê de temaşe kiribû? Tiştê ku tê hişê min, zanyareke civakî bû a ku behsê kiribû. Hevok wiha bû: “Heke ku hûn bi rastî jî dixwazin zilaman fam bikin, ez pêşniyar dikim ku li belgefilmên prîmatan temaşe bikin”.
Di serî de gelekî kenê min anî. Paşê dema ku ez rastî belgefilmên bi wî awayî dihatim min dest bi temaşekirina wan kir. Min dît ku di nêrîna xwe de ne zêde neheq e….Bi taybetî têkiliya di navbera testosteron û tundkariyê ya prîmatan de mirov serwext dikir.
…
Di zarotiya min de kutek ango lêdan yek ji parçeyên perwerdeya zarokan bû li mal û dibistanê. Zarotî û ciwantî serdemeke wiha ye ku heke hûn rastî tundkariyê neyên jî hûn bi zimanê tundkariyê dijîn… Hi her devera jiyanê de…
Li dijî zordestan heke hewce bike, divê yên baş jî zilaman bikutînin. Li tax û dibistanê hevsengiyan di navbera zilaman da an bi tundkariyê yan jî bi zimanê tundkariyê dihat avakirin. Zanîna pevçûnê û hînbûna parastinê şert bû. Ez di wê baweriyê de me ku niha jî ev rewş ne gelekî cuda ye.
…
Heke ku pirsgirêk “li mêraniya ku hatiye hînkirin an jî hînbûn” diqede, gelo dibe her tişt têkildarî malbatê be? Ez ne di wê baweriyê de me? Mînak li lîseya mêran a bi şevborîn a ku min lê xwend, polên bilind bi lêdanê polên jêr ceza dikirin û ev jî weke kevneşopiyê bû.
Mamosteyan nekarîbûn çipiskek jî li xwendekaran bidana lê tundkariya polên bilind, yek ji hêmanên jêneger ên jiyana dibistanê bû.
Di jiyana min a lîseyê de yekî ji min mezintir çavê xwe bera pareyê min dabû û şimaqek li min dabû. Ji bilî vê bûyerê tu bîranîneke min a gelekî xirab a derbarê tundrakiyê de nîne. Ez wan lêdanên bi dorê li me hemûyan didan nahesibînim ku bibûn parçeyek ji rêzê ya jiyana me ya rojane. Ew parçeyek ji kevneşopiyê bûn. Ji xwe me ji gelek “Kekê etutê” yên ku li me didan hez dikir. Ew kekên ku neçar bûn vê kevneşopiya lêdanê berdewam bikirana.
Henek li hêlekê, li dibistanê zordestiyên gelekê mezin nebûn. Heke ku hûn sedema wê bipirsin, zordest di tirsiyan ku em giliyên wan li gel yekê din bikin. Gilîkirina li gel rêveberiya dibistanê ya ji ber lêdanê ya yên ji me mezintir, ango gelacî sûcekî herî mezin bû ku ti kes nedifikirî bikira.
Bi giştî, yên mezin li kesên di polên berjêrtir nedidan. Lê di her şert û mercan de rêzikên nenivîskî yên dibistanê hebûn û ev rêzik bi gefa tundiyê dihat pêkanîn.
Ez mînakekê bidim; di sala me ya pêşiyê de li dibistanê me û keçan bi hev re dixwend. Li dibistanê tenê keçên ku ji me mezintir hebûn. Mêrên ji me mezintir li dibistaneke din bûn.
Ji bo ku pîr û pergala li dibistanê ava bikin û desthilatê li ser me bidin rûniştandin keçên ji me mezintir digotin, “Em ê navê wan kesên li hemberî rêzikan derkevin bidin ên ji we mezintir, hûnê jî sala pêş lêdana xwe bixwin”. Helbet me jî li wan guhdar dikir… Di encamê de, wê sala pêşiyê li dibistanê tiştên ku keçên ji me meztir dixwest pêk hat.
Beriya 12ê Îlonê ya 1980yî rêxistinên siyasî yên çepgir, ji 1978ê û pê de dawî li tundkariya pola bilind a li dibistanê anîbûn lê wan jî di nava xwe de şer kiribû, lêdana gelacan û kesên ku dixwestin boykotê ji holê rakin tê de ji tundkariyê û zimanê tundkariyê nekarîbûn xwe dûr bixin. Hewce nake ku ez bibêjim piştî 1980yî kevneşopiya lêdana kesên ji me meztir dest pê kiriye.
Bi rastî jî li wê dibistanê min gelekî kêf kir, rojên min ên gelekî xweş çêbûn lê helbet van tiştan ew rastî neguhert ku pergala lêdanê parçeyek ji jiyana min e.
Dema ez ji lîseya mêran çûm zanîngehê min ferqa di navberê de yekser dît. Ji ber ku lir keç hebûn û dereng be jî di jiyana min de serdemeke şarmend û sivîl dest pê kiribû.
…
Ez gelek mêran nas dikim ku ji pevçûnê û şerkirinê hez dikin. Bi piranê mirovên baş in. Zordestiyê li ser kesî nakin, lawazan diparêzin. Heta hin ji wan ji bo parastina wan kesan li bende fersendekê ne. Gelek ji me bûne şahid ku mêrên destdirêjî li jineke di otobusê de kiriye, ji mêrekî din lêdan xwariye. Mînakên derbarê “tundrakiya ku dikare bê qebûlkirin” dikarin bên zêdekirin.
Ez dixwazim bêm ser wê mijarê; car caran li bal başan car caran li bal xiraban bin jî tundkariya mêran, zimanê darê zorê li her qada jiyanê destdihalat e. Ev tişt cureyek ji rapêja tundkariyê ye.
Ew rapêç weke enerjiyê ye. Kêşeya esasî ew e ku, hemû mêr jî ji heman enerjiyê xweyî dibin ku bêyî ferq û cewaziyê têxin navberê, li jin û mêran didin û jin û mêran wan dikujin. Heta ku ev enerjiya vê tundkariyê derdixe holê neyê tunekirin, kêşe ti carî naqede.
…
Ne gelekî zehmet e ku mêrek ji rapêça tundkariyê ya ku her aliyê civakê dorpêç kiriye û testosterona di laşê xwe de kontrol bike.
Gelek mêr dikarin vî tiştî bikin. Lê heke têkiliya di navbera “mêrê ku ew pê hatiye hînkirin” û tundkariyê de çiqas bi hêz be, derketina ji nava wê rapêçê jî zehmetir dibe.
Mêrê ku li dijderketina tundkariyê weke lawaziyê, tirsê û şikestbûnê dibîne, heta hetayê wê di nava wê rapêçê de bijî. Neçar e ku tê de bijî.
Lewre, fikra ku dibêje tundkariya mêran û darê zorê hewce ye, toreke nayê dîtin a ku hemû civak rapêç kiriye. Kêşeya esasî ew e ku gelek mirov vî tiştî xwezayî dibînin û wisa difikirin ku ev ne gelekî bi zerar e.
…
Temaşekirina belgefilman a derbarê prîmatan ên ji ber testosteronê tundkariyê dikin, dibe ku ji bo hemû mêran baş be. Dibe wê gavê em bifikirin ku divê ferq û cewaziyeke mirovan hebe û em bibêjin “tekamul şert e!”.
An jî em dikarin hemû sîstema perwerdeyê, di çarçoveya ji holê rakirina tundkariya mêran û darê zorê de ji nû ve saz bikin… Lê li cîhana ku ‘hêz li her devera jiyanê tê wateya her tiştî ye’ ev bêguman ne tiştekî hêsan e. (MA/ŞA/APA/FD)
* Xêz: Kemal Gokhan Gurses
52 MÊR 52 HEFTE
#1 Dibe ku ez dîn bûbim - Mûrat Çelîkkan
#3 Sûr-Karşiyaka-Cebecî-Babialî - Tûgrûl Eryilmaz
#4 Rojhilata Navîn - Umît Onal
#5 Hakan Bicakci - Diêşe Rocky
#6 Ez ditirsim ku bi xwe re rû-bi-rû bimînim - Yekta Kopan
#7 Şeveka li çolê – Tayfun Pîrselîmoglû
#8 3 rewşên tundkariya mêran - Murat Yetkin
#9 Em mêr ji bo jinan gelek nesemîmî ne - Atilla Taş
#10 Mêrbûna muhteşem – Şener Ozmen
#11 Divê kurê min bavê xwe nas bike - Korkût Akin
#12 Rewşa nûçegîhanên jin ji rewşa jinên din ne cudatir e - Gökhan Durmuş
#13 Navê min Hatun e - Ahmet Umît
#14 'Em' ne li wir bûn, lê hejmara 'me' zêdetir bû - Volkan Agir
#15 Ne'ileta mêrbûnê - Alper Hasanoglû
#16 Hişmendiya dewletê li dijî jinan e - Pakrat Estukyan
#17 Bi rastî jî ne tesedif e ku mêr jinan dikujin - Sami Evren