Rapbêjên kurd ji bo Roja Zimanê Dayikê straneke rapê strane
BTN, koma rapa bi kurdî ji bo 21ê Sibatê, Roja zimanê Dayikê ya Cîhanî straneke rapê ya bi kurmancî û kirmanckî strane.
.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
BTN, koma rapa kurdî ji bo 21ê Sibatê, Roja zimanê Dayikê ya Cîhanî straneke rapê ya bi kurmancî û kirmanckî strane.
Koma ku ji Sher, Gewr û Drewş Koçer pêk hatiye bi tevlêbûna Simyager û Derya Cengîzê re strana bi navê Ziman/Ziwan li ser platformên dijîtal weşandine.
Rapbêjen bi xwe gotinên stranê nivîsandine û Ugur Sermiyanî jî dîsgotin nivîsandiye. Harun Eyup Polat stran aranje kiriye.
Rapbêjan gotine ku wan li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li dijî kurdiyê ev stran amade kirine û xwestine piştgiriya têkoşîna li dijî asîmîlasyonê bikin. (FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.