Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Fermandarê PKKyê, Fehman Husyînê navê wî yê kod ''Bahoz Erdal'' e ji Radyoya Dengê Kurdistanê re got nûçeyên dîyar dikin ku ew hatiye kuştin ne rast in.
Ajansa Anadolûyê(AA) îddia kiribû ku Bahoz Erdal di 10ê Tîrmehê de dema ji nehiyeya Himoyê diçû Qamişloyê ji aliyê Lîwaya Tel Hamisê ve hatiye kuştin.
Paşê serokkomar û rayedaran dîyar kirin ku nûçe nehatiye teyîdkirin.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê Bahoz Erdalî gotiye:
‘’Nûçe ne rast in.’’
‘’Medyaya Tirkiyeyê dîyar kiriye ku ez li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê hatime kuştin
‘’Me nedixwest em bersiva van tiştan bidin lê dixwazin civakê bi nûçeyên ji rastiyê dûr hewil didin bixapînin.’’
‘’Rêbazên şerê taybet.’’
‘’Nûçeyên medyaya tirkan ne rast in. Ti têkiliya wan bi rastiyan re nîne. Ev parçeyeka sîyaseta derewîn e.’’
‘’AKP naxwaze DAIŞ bişkê’’
‘’Her cara ku DAIŞ ji şoreşa Rojavayê derbekê dixwe, birêvebiriya AKPyê ditirse û êrîşî şoreşa Rojavayê dike.’’
(EKN/MB)