Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dema karkirina şanogerên Şanogeha Bajarî ya Amedê temam bû. Qeyûmê serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, hevpeymana wan nû nekir.
Hevpeymana 31 şanogeran hat betalkirin. Di nav şanogeran de hev-derhênerên hûnerê jî hene, şanogerên 25 sal in kar dikin jî di nav wan de ne.
Dihat çaverêkirin ku hevpeymana şanogeran di 31ê Kanûna Pêşiyê de bihatiya nûkirin.
Lê di 14ê Kanûna Pêşiyê de Rêziknameya Şanogeha Bajarî hatiye guhertin. Li gor benda 2. a xala 49. heke dema hevpeymana salane ya karkerekê/î biqede, biryara nûkirin an nûnekirina peymanê di destê şaredaran de ye.
Karkerên ku xwendina wan ne li gor daxwazê ye bi wê hêcetê ji karî hatin avêtin. Di nav wan kesên ji karî hatîn avêtin de ew kesên konservatûwar jî xwendî hene.
Şanogeh bêşanoger e
Bi ji-karî-avêtina şanogerên vê paşiyê, ti şanoger di şanogehê de neman. Di dema şaredarî di destên Partiya Refahê de bû, di sala 1990ê de, pênç şanoger li Şaredariya Sûrê hatibûn erkdarkirin. Şaredariyê ew şanoger wek zabite erkdar kiribûn.
Çi bûbû?
Herdu hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di 25ê Çiriya Pêşiyê de hatibûn desteserkirin û di 30ê heman mehê de hatibûn girtin.
Di 1ê Çiriya Paşiyê de, qeymiqamê Etîmeskûtê, Cumalî Atîlla wek qeyûm ji bo serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat erkdarkirin.(BA/HK/MB)