Qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kirin. Wezareta Karê Hundir ragihand ku li şûna Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, waliyê bajêr Ozan Balci wek qeyûm hatiye tayînkirin.
Di 11ê sibatê de danişîna 8emîn a doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan li 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hatibû. Dadgehê, bi îdiaya “Bi zanebûn û bi dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” 3 sal û 9 meh cezayê hefsê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan birîbû. Bi vê yekê re pêşiya tayînkirina qeyûm hate vekirin. Gelê bajar jî li dijî hewldana tayînkirina qeyûm, 5 roj in li pêş şaredariyê nobetê digire.