Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA), Donald Trumpî li ser mijara mûdaxeleya li Sûriyeyê desteya ewlehiya navneteweyî ya serokatiyê kom kiriye. Piştî kombûnê ti biryar nehatine dayin.
Wezîrê parastinê Jim Mattis jî beşdarî civîna li Qesra Spî bûye. Piştî civînê berdevka Qesra Spî, Sarah Huckabee Sandersê got:
“Qesra Spî ji bo Sûriyeyê biryarek neda”
Berdevkê diyar kir DYA dê lêkolînê li ser îstixbaratên hatîn bike û dê bi hevpeymanan re di peywendiyê de be. Herweha Sandersê diyar kir Trump dê bi serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û serokwezîra Ingilîzîstanê Theresa Mayê re bikeve peywendiyê.
Bıxwine - Trump ji bo bersiva ku wê bidin Sûriyeyê kontrol bike, naçe Amerîkaya Latîn
Çi bûbû?
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) duhî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kiribû ku ew ê fûzeyan berdin Sûriyeyê. Wî dîsa li ser hesabê xwe yê Twîtterê nivîsî:
“Êê! Min negotiye êrîşa li ser Sûriyeyê dê kengê be, wîî! Çêdibe di demekê nêzîk de jî be û çêdibe ne di van nêzîkan de jî be. Her çi jî be di bin birêvebiriya min de Amerîkayê Sûriye ji DAIŞê paqij kir ka ‘spasîyeka ji Amerîkayê re’ he!”
(PT/MB)