“Biharek nû bi hemû xweşikbûna xwe dest pê kiribû. Her derê gundê me, din ava şînaheke bêhempa de bû. Her der şîn bû û ji her dere xwezayê ve jîn difûriya.”
Ev çend hevok ji çîroka bi navê “Firoke” yê ya Mehmet Velî Karadenîzî ye. Piştî van hevokên behsa xweşikbûna jiyana wî gundî dike çîrok behsa tirsa Heseno, yek ji lehengên çîrokê dike.
Dengê firokeyan tê û Heseno bi bihîstina dengê firokeyan dibêje “Hawar e! Hawar e firoke hatin. Xwe bavêjin erdê! Birevin! Wê me bikujin. Hawar e dayêêê!”
Heseno kurê malbateke Başûrî ye ku ji ber zilm û zordariya Seddam Hisênî baz dane û hatine Bakûr. Xwe spartine gundekî beriyê û li vir bi cî bûne. Çîroka “Firoke” behsa serpêhatiyên gundiyan, zarokên gundiyan û malbata Heseno dike.
Ev yek ji çîrokên pirtûka bi navê “Qesas” e ku yekem pirtûka Mehmet Veli Karadenîzî ye.
Karadenîz ji Qosera Mêrdînê, ji gundê Ebûqetêr ango Boqetêrê ye. Demekê ji ber sedemên siyasî li girtîgehê ma û ji ber vê sedemê nekarîbûye xwendina xwe berdewam bike.
Min û wî jî me hev li girtîgehê nas kir. Wê gavê li ser çîrokan kar dikir. Beşeke mezin ji vê pirtûkê min wê demê xwendibû.
Piştî ji girtîgehê derket, çîrokên xwe qedand û bi navê “Qesas” weke pirtûkekê çap kir. Weşanxaneya Nameyê ev pirtûk derxistiye.
Di pirtûkê de 12 çîrok hene ku di her çîrokekê de jî “qesas” hene. Ji ber wê ye ku ev nav li pirtûkê hatiye kirin. Car caran qesas di çîroka “Bê(bi) Siûd” de bi navê Selîmî ve derdikeve pêşberî me ku zewicî ye, sê zarokên wî hene lê bi jineke din re dide û distîne.
Car caran dibe sê çar zilam û xwe li Heciyekî dikin yek ku Hecî dixwaze ji Amedê biçe Mûşê.
Car caran dibe leşkerek, cerdevanek, polîsek, sîxurekî û jiyana niştecihan serobino dike.
Îşkence, gundvalakirin, tecawiz, girtîgeh û bi giştî tiştên di salên 1990î de hatine serê welatiyan di van çîrokan de mijarên sereke ne.
Car caran dibe mêrek û xwe weke marekî bera paxila jinekê dide û dihêle jiyan lê bibe jehr.
Lê di her çîrokekê de karakter an jî çend karakter hene ku li hemberî van qesasan derdikevin û li ber xwe didin, nahêlin ew qesas bi hêsanî bi ser kevin. Weke di çîroka “Dostê Dilsoz” de. Di vê çîrokê de leheng seg ango kûçik in. Kotan e, Dosto ye, Ecem e. Ev her sê kûçikên ku piştî leşker gund vala dikin û ti kes tê de namîne dibin nobedarê gund. Ew gundê ku di salên 1990î de bûye cihê bûyerên “failên wan nediyar”.
Di van çîrokan de başî û xerabî, tarî û ronî, xweşik û nexweşik din ava hev de hatine hûnandin. Û di her yeke de qesasek xwe dide der.
Ê min dema li girtîgehê jî min ev çîrok xwendin herî zêde çîroka "Dostê Dilsoz" û "Firoke" kêfa min ji wan re hatibû. Wê demê min gotibû mirov dikare çîroka "Dostê Dilsoz" weke anîmasyon amade bike û belav bike.
Dema min pirtûk bi awayê çapkirî xwend ev hest dîsa bi min re çêbû. Ya "Firoke" jî ji bilî ew hêlên wê yên dîdaktîk çîrokeke balkêş e.
Çîroka "Qîza Camêra" ji hêla naverokê ve çîrokeke girîng lê nivîskarî dikarîbû rewşa "mêraniyê", "mêrbûnê", "zilamtiyê", "jinaniyê", "eşîrtiyê", "dijminatiyê" bi nêrîneke rexneyî bihonanda.
Çîrok û mijarên pirtûkê dide xuyakirin ku di tûrikê Mehmet Velî Karadenîzî de hîn gelek tişt hene. (FD)